Meclisa Jin: Divê civaka navdewletî li dijî gefên Tirkiyê bêdeng nemîne

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, heger operasyoneke leşkerî li dijî herêmê pêk were dê encamên wê xeter ne tenê li ser herêmê, di heman demê li ser Sûriyê û tevahî cîhanê  hebin. Meclisê bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî gefan bêdeng nemîne.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivisîk weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên hevgirtina hemû pêkhateyan e, Ereb, Kurd û Suryan e ku dikarîn li hemberî firehbûna rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bibe pirek bi hêz."

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP‘ê hîna aloziya xwe ya hundir derdixîne derve da ku rewşa ne arman û ne demokratîk binuxumîne, gefan davêje û bi hinceta ewlehiya xwe ya netewî û sînorê xwe yê başûr bi Sûriyê  banga avakirina "Herêma ewle" dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin " AKP‘ê mijara vegera bi milyonên penaberên Sûriyê yên ji parêzgehên Sûriyê dixe rojevê da ku projeya demokratîk têk bibe, guhertina demografîk li herêmê çêbike, her wiha temanê aloziyê dirêj bike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de çêbike, di encamê de ji bo kaxezeke zextê di civînên Astanayê de bi kar bîne."

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, her operasyoneke leşkerî li dijî herêmê dê encamên wê ne tenê li ser asta herêmê, lê belê li ser asta Sûriyê û tevahî cîhanê xeter bin bike û dê ferzendekê bide DAIŞ da ku ji nû vex we bi rêxistin bike.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir li hemberî van gefan ji bêdengiya xwe derkeve da ku aştiya navxweyî  misoger bimîne li rê ber xeteriyan bê girtin.

ANHA


Mijarên Din