Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo tedawîkirina zarokekî alîkarî kir

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo tedawîkirina zaroka 12 salî Fereh Meimo alîkarî da malbatê.

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Meimo ji şêniyên gundê Çolaqa yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Bavê 3 zarokan e. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, koçber bû û berê xwe da bajarê Helebê.

Piştî ku li Helebê bi cih bû, jiyana wan dijwar bû. Meimo di gelek karan de xebitî da ku debara malbata xwe peyda bike. Lê piştî nexweşiya keça wî, azarên malbatê dibin du qat.

Ebdulrehman Meimo wiha behsa serpêhateya xwe kir: "Damarên mejiyê keça min a mezin (12) hatine girtin. Ji ber wê pêwîste niştergeriyek lezgîn derbas bike. Lê ji ber rewşa me ya aborî ya dijwar em nikarin lêçûnên niştergeriyê tehemul bikin."

Têkildarî deteyên nexweşiyê Meimo got: "Tevî şertên dijwar lê min keça xwe ji mafê fêrkirinê mehrûm nekir. Lê rojekê dema Fereh li dibistanê bû, ji ser hişê xwe çû. Me ew rakir nexweşxaneyê. Bijîşkan gotin wê felca mejî derbas kiriye. Piştî qastara û kişandina wêneyek ji seriyê wê re, diyar bû ku 3 damarên wê hatine girtin. Lêçûna vekirina her damarekê 900 hezar lîreyên Sûriyê ye. Yanî lêçûna niştregeriyê bi giştî 3 milyon lîreyên Sûriyê ye. Her wiha divê li Şamê çêbibe. Pêwîstiya Fereh bi derbaskirina niştergeriya bi lez heye. Eger derbas nekir wê carek din felca mejî derbas bike û ew jî li ser jiyana wê xeterî ye."

Tevî ku Meimo serdana tevahiya rêxistinên xêrxwazî û mirovahiyê kiriye, lê tu kesî alîkariya wî nekir.

Piştî ku Meimo hêviya xwe ji tevahiya rêxistinan qut kir, pirsgirêka xwe ji Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re got. Li ser wê jî Meclisa Giştî dest bi hemleya komkirina pere û alîkariyan ji şêniyên her du taxan kir da ku alîkariya wî bike û jê re pereyên pêwîst peyda bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo got: "Şêniyê bi navê Ebdulrehman Meimo ji me xwest ku em alîkariya wî bikin da ku keça xwe derman bike. Piştî dagirkirina Efrînê şênî rastî şertên dijwar hatin. Ev rewş li gel hebûna nexweşiyan dijwartir dibe. Bi taybet ger nexweşî xeter be û lêçûna dermankirinê buha be."

Şêxo wiha domand: "Me erka xwe anî cih û dest bi hemleya komkirina alîkariyê kir. Ji 25`ê Çileyê ve em pere kom dikin. Heta niha me milyonek û 415 hezar lîreyên Sûriyê ji saziyên sivîl û partiyên taxê kom kirin."

Alîkariya ku hatiye komkirin radestî Ebdulrehman Meimo hate kirin da ku barê lêçûna niştergeriyê sivik bibe. Meimo spasiya meclisê  kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din