Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêziknameya Buroya Parastinê, di civînekî de erê kir. Civîn li navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê bi tevlibûna hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Atî û Sîham Qeyro, hevserokatiya Buroya Parastinê Cîhan Şêx Ehmed û Zêdan El-Asî û piraniya endamên Meclisa Giştî li dar ket.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê dîwanê Yasir Silêman rêziknameya Buroya Parastinê xwend.
Piştî wê hevserokatiya Buroya Parastinê û Komîteya Qanûnî bersîva pirsên beşdarên civînê dan. Piştre rêziknameya Buroya Parastinê hate erêkirin.
Ji destpêka ku Meclisa Rêveber rêziknameyên buroyên girêdayî rêveberiyê erê dike, Buroya Parastinê buroya duyemîn e piştî Buroya Ragihandinê ku erê dike. Meclisê di demek berê de rêziknameyên 10 desteyan û Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Meclisa Rêveber erê kiribû.
Di dîroka 22`yê Hezîranê de bi erêkirina endamên Meclisa Giştî navê Buroya Karûbarên Parastinê û li gorî pêşûniyara hevserokatiya Buroyê veguherî Buroya Parastinê.
(şx)
ANHA
ç