Meclisa Giştî: Bi saya pêkhateyan dê hemû planên Tirkiyê têk biçin

Meclisa Giştî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji dagirkirina xaka Sûriyê, têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lewma em bang li civaka navdewletî dikin ku li herêmê bi erka ya exlaqî rabe.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro daxuyaniyek, bi beşdariya bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî da. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê, anku rojavayê taxê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Giştî Valentîne Ado ve hate xwendin. Daxuyaniya Meclisa Giştî wiha ye:

"Bi armanca parastina yekitiya xaka Sûriyê, li Sûriyê pergala demokratîk were avakirin û navendîbûn were red kirin, QSD, YPG û YPJ`ê li dijî xetereya DAIŞ`ê û planên dewleta Tirk rawestiyan û bi têkbirina DAIŞ`ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbata xwe kir."

Her wiha daxuyaniyê eşkere kir ku "Niha û piştî dagirkeriya Tirkiyê bi deh hezaran hêzên xwe, bi armanca têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li sînor kom kirin, ji berdêla civaka navdewletî û di serî de Amerîkayê li gorî soza mekanîzmaya ewlekariyê derketa, hêzên xwe vekişandin û rê li pêşiya êrîşkariya gelê herêmê vekir."

Li ser vî esasî Meclisa Giştî bang li civaka navdewletî, hemû hêzên aştîxwaz û demokrat û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe rabin û rê li pêşiya sûcdariyên li herêmê bigirin.

Her wiha hevseroka Meclisa Giştî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew ji serkeftina li dijî dijminên mirovahiyê bawer in, wekî ku ew berê jî bi ser ketine û parastina taxên xwe kirine û planên Tirkiyê û komên çeteyan têk birin. Bi saya yekrêziya pêkhateyan dê hemû planên dewleta Tirk ên dawîn têk biçin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din