Meclisa Ewlehiyê projeya Rûsyayê ya girêdayî Sûriyê red kir

Piraniya endamên Meclisa Ewlehiyê projeya biryara Rûsyayê ku kêmkirina asta alîkariyên mirovî ji Sûriyê re armanc dike, red kir.

Li Meclisa Ewlehiyê, nakokî girêdayî dosyaya Sûriyê di navbera dewletên rojavayî û Rûsya û Çînê de didome. Nexasim piştî ku Rûsyayê pêşniyara Almanya û Belçîkayê ya der barê dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyan ji Sûriyê re, red kir. Rûsyayê roja çarşemê nekarî projeya kêmkirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bide erêkirin.

Moskovê roja sêşemê projeya ku Almanya û Belçîka girêdayî mekanîzmaya gihandina alîkariyan ji Sûriyê re bi rêya du dergehan; Bab El-Hewa û Bab El-Selam, red kir. Moskov tercîh dike ku alîkarî bi rêya dergehekê di şeş mehan de bigihêje Sûriyê, li şûna ku alîkarî di salekê de bi rêya 2 dergehan bigihêje Sûriyê.

Li aliyekî din dîplomatan ragihand ku dewletên dengê xwe dane pêşniyara Rûsya, Çîn, Vîetnam û Başûrê Afrîkayê bûn. DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Komara Domînîk li dijî pêşniyarê derketine.

Rûsyayê roja sêşemê mafê vetoyê li dijî pêşniyara Almanya û Balçîkayê ya dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyan ji Sûriyê re heta salekê bi rêya dergehên sînor ên Bab El-Selam û Bab El-Hewa yên bi Tirkiyê re, bi kar anî.

(şx)


Mijarên Din