‘Meclisa Ewlehiyê di pêkanîna biryara agirbestê de bi bin ket’ 

Piştî Meclisa Ewlehiyê di îmzekirina hevpeymana têkildarî biryara vexwendina sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres de bi bin ket, gelek rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê Meclisa Ewlehiyê rexne kir.

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê agirbesta li cîhanê de û pê re destekê bide banga Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ku di 23’yê Adara borî de dest pê kiriye, duh di nava dan û standinan de bû. Lê di dawiyê de duh di civîna xwe de bi ser neket, sedema vê yekê jî nakokiyên di navbera Çîn û DYA`yê de ye. Ji ber Çînê piştrast kir ku divê rêxistinên navneteweyî bi bîr bînin û DYA jî vê yekê red dike.

Têkildarî binketina rêveberinê di çareseriya aloziya Koronavîrusê (Covid-19) de û dagerandina ber nêrîna Çînê ve, DYA`yê di gelek civînan de WHO rexne kir û piştgiriya ji rêxistina WHO`yê re sekinand, lê piştî mehekê ji ser vê yekê vegeriya.

Serokê rêveberiyê yê Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî, Koma Aloziya Navneteweyî û ‘Rêxistina Zarokan Rizgar Bikin’ bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku Meclisa Ewlehiyê di pêşîlêgirtina Koronavîrusê de bi bin ket û ev jî cihê mixabiniyê ye û bûyer ne zelal e.

Serokê Koma Aloziya Navneteweyî Rob Malî DYA û Çînê der barê binketina diyalogên bi Meclisa Ewlehiyê re rexne kir û diyar kir ku li şûna ku ev yek ji perspektîfên rasterast re derfeteke be, bûye "lîstoka gazinan".

(eh)


Mijarên Din