Meclisa Edaleta Civakî: Êrîşên Tirkiyê sûcên şer e

Meclisa Edaleta Civakî, Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya navçeya Girê Legê ya ku di topbaran artêşa tirk a dagirker de şehîd bûye bi bîr anî û got, sûcên ku komên çeteyan bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker der heqê sivîlan de pêk tîne dighêje asta sûcên şer.

Meclisa Edalata Civakî ya kantona Cizîrê îro bi dehan endamên Meclisa Edaleta Civakî û endamên Dîwana Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Edaleta Civakî Nûrdîn Şakir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane yên berberî ji hêla Tirkiyê ve tên kirin. Ev êrîş gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan dikin hedef. Dewleta Tirk a dagirker hemû çekan û heta li ser asta navdewletî qedexekirî di şerek ne hevseng de bi kar tîne. Di encamê de rojane qurbanî çêdibin û komkujî der heqê gelê me yê sivîl ji jin, zarok û temenmezin de li ber çavên cîhanê pêk tîne.

Di 13`ê Cotmehê de kerwanek ji sivîlan ji piraniya gund, bajarok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diçûn Serêkaniyê ji bo ku êrîşa  hovane şermezar bikin ji hêla artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn û li dijî qanûnên navdewletî kirin hedef. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û zêdetirî 70 kesên din birîndar bûn. Ji şehîdan hevseroka Komîteya Lihevanîn û Edaletê û endama Kongreya Star a Girkê Legê têkoşer Yadê Aqîde diya Akif hebû.

Ev êrîşên komên terorîst bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker der heqê sivîlan de dighêjin asta sûcên şer li dijî mirovahiyê û wek qirkirinek der heqê gelê me de ye. Bi navê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê van sûcan şermezar dikin.

Em soza şopandina rêya şehîd Yadê Aqîde û rêya şehîdan didin. Em ê tola gelê xwe ji sûcdaran hilînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din