Meclisa Edaletê ya Girê Spî gefên Tirkiyê şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Girê Spî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Endamên Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Girê Spî û bi dehan dadwer û parêzer li hev kom bûn û têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê daxuyaniyek da.

Dadwer Nînewa Salih daxuyanî xwend û got: "Em daxuyaniyên dijminayî yên Erdogan ên li dijî herêmên me şermezar dikin. Armanca vê dijminatiyê ew e ku koka terorê xwedî bike, alozî û wêranbûnê belav bike. Dewleta Tirk dijminatiya Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Tirkmenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn dike."

Nînewa, anî ziman ku pêkhateyên herêmê şoreşeke demokratîk ji bingehê netewa demokratîk, biratiya gelan û sîstemeke civakî, aborî û çandî afirandin û wiha pê de çû: "Pêkhateyên vî gelî di oxira ewlehî û aramiya herêmê de bi dehezaran şehîd û birîndar dan. Hemû gelên cîhanê dizanîn ku di dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê DAIŞ‘ê dikirin dewleta Tirkiyê bi DAIŞ re di nava têkiliyan de bûn, Tirkiyê li hêviya ku DAIŞ bû ku şoreşa demokratîk têk bibe."

Nînewa Salih di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku nabe gelên cîhanê li hemberî gef û destwerdanên Tirkiyê li ser gelên Bakur û Rojhilatê yên bi navê mirovahiyê şerê DAIŞ‘ê kirin, bêdeng be. Ji ber ku Tirkiyê herêmên Sûriyê dagir kirine ev yek jî li gorî qanûn û pîvanên navdewletî û hiqûqî sûc e.

Nînewa bang li dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî kir ku piştgiriyê bide kesên ku şerê terorê dike û ewlehî û aramiya herêmê têk dibe.

Nînewa her wiha desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û binçavkirina hevşaredaran şermezar kir û got ev kiryar bi xwe şerê li dijî îradeya gelan e.

ANHA


Mijarên Din