Meclisa Demkî ya Yemenê banga agirbestê kir

Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê bang li aliyên Yemenê kir ku agirbestê li parêzgeha Şebwayê pêk bînin. Li aliyekî din jî hate ragihandin ku Hûsiyan bi dronekê êrîş bire ser baregeha hewayî ya Melik Xalid.

Li gorî malpera Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê li ser zimanê berdevkê meclisê Nîzar Heysem got: "Ji ber asta mezin a xisarên canî û madî Meclisa Demkî ya Başûr bang li hemû aliyan dike ku agirbestê li parêzgeha Şebwayê pêk bînin."

Berdevkê Meclisa Demkî banga Erebistana Siûdî ya agirbesta li Yemenê û pêkanîna diyalogan di navbera aliyên Yemenê de pêşniyar kir û diyar kir ku Meclisa Demkî ji diyalogan re amade ye.

Duh bi şev di navbera artêşa Yemen û Hêzên Meclisa Demkî ya Başûr de şer derket. Di encamê de artêşa Yemenê herêmên nû li parêzgeha Şebwa vegerandin û bajarê Etiq kontrol kir.

Malpera Al-Mesîra ya girêdayî koma Ensarullah El-Hûsî li ser zimanê berdevkê hêzên general Yehya Serîi ragihand: "Dronan êrîşeke berfireh bire ser baregeha hewayî Melik Xalid a li bajarê Xemîs Mişêt û êrîş gihîşt hedefa xwe."

Malpera Al-Arbia jî îro li ser zimanê Koalîsyona Erebî li Yemenê got: "Pergala parastinê ya Siûdiyê 2 dronên milîsên Hûsî li bajarê Xemîs Mişêt asteng kirin."

 


Mijarên Din