Meclisa Ciwanên Sûriyê: Divê ciwanê tev li refên QSD`ê bibin

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk banga berdewamkirina berxwedanê heya rizgarkirina Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker kirin. Her wiha destnîşan kir ku divê ciwan tev li hemleyên li dijî dagirkeriyê, refên QSD, YPG û YPJ`ê bibin.

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk meşek girseyî li navçeya Til Berakê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û berxwedana şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê orgenîze kir.

Meş ji aliyê têketina navçeyê yê başûr ve destpê kir. Ciwanên navçe û bajarokên kantona Qamişlo tev li meşê bûn. Alên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk û pankartên bi nivîsên Bi pêşengiya ciwanên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk em ê dewleta Tirk tê bibin hiladan.

Beşdaran bi dengekî `Na ji dagirkeriya Tirk re`, `Divê Tirkiyê were derxistin` û `Tirkiyê dewletek dagirker e` berz kirin.

Meş li ber Çarxerêya Şehîdan a li navenda navçeya Til Berakê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê rêveber a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Beşar El-Salim axivî û bixêr hatina beşdarên civînê kir û got: "Bi berxwedana ciwanên me, Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin me herêmên xwe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin û hîna diparêzin."

El-Salim destnîşan kir ku di pêvajoya bê de divê ciwan ji her demê bêtir birêxistinkirî bin. Divê sazumaniya xwe xurt bikin heta ku karibin dagirkerî tune bikin. El-Salim teqez kir ku divê cîhan berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk bibîne û behsa destanên parastinê yên gelên herêmê û tunekirina terorê bikin.

El-Salim banga berdewamkirina berxwedanê heya rizgarkirina Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker kir. Her wiha teqez kir ku divê ciwan tev li hemleyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê bibin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din