​​​​​​​Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Efrînê hate avakirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Efrîn, konferansa xwe ya damezrîner bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan....ji bo Sûriyeke azad...em ê teqez bi serkevin" li dar xist.

Konferansa Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Efrînê (kantona Efrîn û Şehbay) bi beşdarbûna 150 xurt û keç ji partiyê, 50 mêvan ji endamên sazî, tevger û partiyan li dar ket. Konferans li hola Şehîd Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê pêk hat.

Hola konferansê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsên" Yasemîn nehatiye qetilkirin..em hemû Hevrîn in", "Keda şehîdan minareya azadiyê ye" û "bi têkoşîna yekitiya gelan....ji bo Sûriyeke azad...em ê teqez bi ser kevin" hat xemilandin.

Endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya herêma Efrînê Mihemed Reşîd axaftina destpêkê kir û wiha got: "Partiya me ciwan bi taybetmendiyên xwe kirin hêza aktîf. Bi wê re jî divêyabû meclisên tayebet ên kar û barên ciwanên bi rê ve bibin werin çêkirin."

Reşîd wiha domand: "Hedefa me ya avakirina vê meclisê, ew e ku ciwan rewşên ciwanên sûrî lêkolîn bikin, deriyê afirîneriyê bi rêya piştevaniya perwerde, çand û tevahî aliyan were vekirin. Her wiha armanc ji avakirina vê meclisê jî li pêş tevlihevî û nezaniya di nava ciwanan de bisekinin."

Reşîd piştrast kir ku ew ê rêgeza biratiya gelan bisepînin û li pêş ciwanan derfetê vekin da ku bibin bingeh ji guhartina ber bi demokarsiyê li Sûriyê.

Dûvre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Mihemed Welo, şehîda Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku li ser destê dijminê Tirkiyê şehîd bûye, bi bîr anî

Welo da zanîn ku ciwanan di saziyên sivîl û leşkerî de bi hezaran qurbanî di têkbirina teror û rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê de da, bi wê re gelek destkeftî bi dest xist û bi tundî li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de sekinî.

Mihemed Welo soza xwe li hember şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên azadiyê nû kir.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Desteya Jin a herêma Efrînê Zelûx Reşîd lidarxistina konferasnê pîroz kir û got: "Ev konferans ji ciwanan re şansa nirxandina rêbaz, asta zanabûn, diyalaktîk û rihê berpirsiyariyê ye. Divê ciwan parastina destkeftî û serketinan bikin."

Zelûx Reşîd eşkere kirk u rola ciwanan di pêşeroja Sûriyê de mezin e, lê divê ciwan ji bo avakirina civakeke ji nijadperestiyê vala û xwe dispêre azadiya jinan, ked bide.

Piştre endamê rêveber ê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xelîl Hesen perspektîfên konferansa damezrîner xwedin. Dûvre dîwana birêvebirina konferansê ji 3 kesan hat avakirin, endamên endamê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehemd Umer Ehmed rapora xebatên nivîsgehê ya du salan xwend û deriyê nîqaşê hat vekirin.

Endama dîwanê Xatûn Îbrahîm rêziknameya Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwend.

Li dawiya konferansê, Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêmê hat hilbijartin. Ji bo meclisê 15 endam hatin hilbijartin, her wiha berdevkê meclisê ya Efrîn û Şehbayê, cîgira Meclisa Ciwanan li Şehba û Efrînê hatin hilbijartin.

Têkildarî nîqaşên di konferansê de li dar ketine, Xelîl Hesen daxuyaniya encamnameya konferansê xwend û wiha ye:

"Di rewşeke dijwar a ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe, konferansa damezrîner a meclisa ciwanan hat lidarxistin.

Nakokî û şerê di navbera aliyên Sûriyê de ya bi dema 9 salan, tevgra siyasî ji naveroka wê pûç kir û di encamê de şerekê wêranê li dar ket. Tê de tevahî terorîstên bi rêya dewleta Tirk derbasî Sûriyê bûne beşdar bûn.

Li beramber van tevahî rûdan û bûyeran, QSD’ê derket û li hember van teroran sekinî. QSD’ê bû hêza mertal li beramber dewleta Tirk û tevahî komloyên li dijî aramiya herêmê û Sûriyê.

Divê em bi yek bin da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin, jê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku kar û barên civakê bi rêxistin dike."

Di daxuyaniyê de biryarên ku di konferansê de derketin hatin rêzkirin:

1-Pêwîst e şer bisekine, aştiya mayînde li Sûriyê pêk bê, tevahî girtî werin berdan, çarenûsa kesên winda bê eşkerekirin û xebat ji bo vegera koçberan were kirin.

2-Divê Meclisa Ciwanan li tevahî herêm, navçe û komîteyên wê  werin avakirin.

3-Pêwîst e hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî xebata siyasî ya bi çavdêriya NY’yê ya li gorî biryara 2254’ê, bin.

4-Divê şêweyê rêvebirinê li Sûriyê demokrasî, pirrengî, parlamento û nenavendî be û rola ciwanan tê de aktîf be.

5-Divê tevahî dagirkirî li Sûriyê, bi taybet dewleta Tirk a dagirker,  bi rêya NY’yê û aliyên navneteweyî yên peywendîdar bi dawî bibin.

Konferans bi diruşmên silavkirina berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û silavkirina şoreşa wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din