Meclisa Civakî ya Ermenî banga girtina qedexeya hewayî ya herêmê kir

Meclisa Civakî ya Ermenî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê banga qirtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bidawîkirina sûcên dagirkeriya Tirk yên li dijî gelê herêmê kir.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Civakî ya Ermenî ya bajarê Hesekê îro daxuyaniyeke da, tê de bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin. Meclisê her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şervana bi navê Yêrîvan Ozaniyan bi beşdariya bi dehan endamên meclisê û şervanên tabûra Şehîd Nûbar Oazniyan li qada dibistana Zat Nîtaqên ya li Hesekê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bi navê Meclisa Civakî ya Ermenî û Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de gelek sivîl û leşker şehîd bûn û milkên taybet û giştî wêran bûn, ev jî karekî terorê ye.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku dîroka dewleta Tirk li ser xwîna gelan hatiye avakirin û hebûna pêkhateya Ermen li ser vê erdnîgariyê, mezintirîn şahid e li ser sûcên Osmaniyan yên sala 1915`an li dijî Ermenan pêk anîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û bang li hêz û civaka navneteweyî hate kirin ku qada hewayî ya herêmê bigirin û pêşî li çavnebariyên Tirkiyê bigirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din