McKinsey gefan dixwe: Îran qada Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar tîne

Fermandarê Hêzên Navendî yên artêşa Amerîkayê Kenneth McKinsey got Îran qada Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar tîne, divê serokê Sûriyê vê yekê baş bizane.

Di civîneke çapemeniyê de ku nivîsgeha herêmî ya çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li dar xistiye, ya li ser peymana dawîn a di navbera Îran û Sûriyê de li ser pergala parastina asîmanî Kenneth McKinsey bi rêya telefonê got Washington dikeyeke giştî ya bersivdana Îranê ya yekser û neyekser ava kiriye.

Her wiha piştrast kir ku çi kiryarek li dijî hêzên Amerîkayê li herêmê dê berdêla wê pir biha be, DYA texmîn dike ku Îran pêkanînên artêşa Amerîkayê dizane.

Têkildarî rewşa Lubnanê, Kenneth McKinsey diyar kir ku Washington bi soza xwe ya piştevaniya Lubnan û hêzên rewa yên tê de ve girêdayî ye, her wiha got Hizbullahê hê jî pirsgirêk e ku êrişek li dijî Îsraîlê pêk anî dê şaşiyeke mezin bike.

(fr)


Mijarên Din