McGurk: Vekişandina DYA’yê ji Sûriyê dê dawiya koalîsyona navdewletî diyar bike

Nûnerê berê yê Amerîkayê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê got vekişandina Amerîkayê ji bakurê Sûriyê dê dawiya têkoşîna koalîsyonê ya li dijî DAIŞ`ê bîne û muhtemel e ku ji deskeftiyên ku ji sala 2014`an ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê hatine bidestxistin, xetere be.

Nûnerê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk di nîqaşa li navenda lêkolînên a Brookings a Amerîkayê got biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji Sûriyê û destekdayîna ji hêzan re dibe ku armancên siyasî yên DYA`yê bixe metirsiyê.

Cara yekemîn Koalîsyona Navdewletî di Îlona 2014`an de bi armanca rûbirûbûna destkeftiyên herêmî yên ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî Sûriyê û Iraqê bi dest xistin, hate avakirin.

Brett McGurk tekez kir ku DYA`yê "koalîsyonek awarte" ava kiriye, ev jî tê wateya ku Koalîsyona Navdewletî ava kiriye û wiha pê de çû: "Heke Trump gefên vekişandina hêzên Amerîkayê berdewam bike, ev nayê wateya vekişandina hevalbendên wê jî."

McGurk diyar kir ku biryara Trump a vekişandinê dê keda du salan a hemû berpirsên Amerîkayê vala derxe.

Nûnerê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk wiha anî ziman: “Herhal biryara Trump nîşana astengiyên birêvebirina koalîsyonê ye, yan jî dê hemû endam dema ku nikaribe bi rê ve bibe, beşdar bibin."

Trump armanca vekişandina di sala 2018`an de ya ji Sûriyê piştî peywendiya bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand.

Rayedarên Amerîkayê ji ber biryara Trump wekî dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûryê re dibînin, bertek nîşan dan.

Brett McGurk û wezîrê parastinê yê wê demê James James Matisse bersiva biryara Trump dan û terka karê xwe kirin. Nûnerê berê got ku biryara Trump wekî derbeyeke stratejîk a li dijî Washingtonê li Sûriyê ye ku bi serweriyên Îranê yên li welêt re rû bi rû maye û serokê rejîma Sûriyê neçarî guhartina sazûmaniya desthilata xwe biguherîne.

Brett McGurk dibîne ku Washingtonê hefteyekê pey hefteyekê rastî xetereyê tê û di encamê de heke siyaset û kiryarên wan li hev dernekevin, dê veguhere dewleteke serbixwe.

(eh)


Mijarên Din