Mazot li şêniyan tê belavkirin

Komîteyên sotemeniyê yên herêma Dêrikê û navçeyên wê, her wiha yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest beriya zivistanê dest bi belavkirina mozotê li şêniyan kir.

Belavkirina madeya mazotê ji destpêkê meha Îlonê hat destpêkirin. Madeya mazotê li şêniyên li navenda herêma Dêrikê û gundewarên wê her wiha navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û gundewarên wê tê belavkirin.

Li Dêrikê her malbatek 600 lître mazot digre, her wiha li navçeya Dirbêsiyê 400 lître mazot li her malbatekê tê belavkirin. Paşê dê beşeke din ji madeya mazotê li şêniyan were belavkirin.

Belavkirina madeya mazotê bi hevkariya komîn û meclisên bajar, navçe û gundewaran tê kirin. Li gorî mekanîzmeya ku lihevkirin li ser hatiye kirin, nav li gel komînan li gorî nasnameyê têne qeydkirin, navê ji komîteya sotemeniyê re têne şandin û her malbatek li gorî nasnameya malbatê mazotê digre.

Madeya mazotê bi 77 lîreyên sûrî digihêje her malekê.

Der barê belavkirina madeya mazotê de Hevserokê Komîna Taxa Can Soz a bajarê Dêrikê Hisên Îbrahîm got belavkirina madeya mazotê bi rêya komînan tê kirin, mazota ku li şêniyan tê belavkirin ji cûreya baş e û tu giliyên şêniyan der barê vê yekê de tune ye.

Belavkirina madeya mazotê li şêniyan dê beriya demsala zivistanê dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din