Mazot çawa li şêniyên Qamişlo tê belavkirin?

Komîteyên di meclisên bajarê Qamişlo de mazotê ji komîteya sotemeniyê werdigire û radestî komînan dike. Da ku li şêniyan bê belavkirin û bi çavdêriya komîteya belavkirinê be. Her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûriyê ye. Dê her malbatek di zivistanê de 600 lître werbigire.

ي

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo di 10’ê Îlonê de dest bi belavkirina mazota sobeyan li ser şêniyên bajêr kir. Heta niha 900 hezar lître li ser şêniyên navçeyên rojhilat û rojava hatine belavkirin. Hê jî xebata belavkirina mazotê li ser şêniyan heta bi giştî wergirin, didome.

Belavkirin dê li ser 3 merheleyan be. Her merheleyek 200 lître mazot ji her malbatekê re, belav dibe. Ew jî bi rêya komînan pêk tê. Mîqdara wê jî ya her lîtrekê 75 L.S.

Mazot çawa li ser şêniyan tê belavkirin?

Meclisên navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo mazotê ji Komîteya Sotemeniyê û benzînxaneyên taybet li ser beşan û li gor wesleyan, werdigire. Piştre her meclis radestî komînan dike û ew jî li gor lênûsa malbatê li şêniyan belav dike. Heke lênûsa malbatê jî tune be, li gor belgeya danasîna komînê tê belavkirin.

Yek ji rêveberên Buroya Rêveberiya Şaredariya navçeya rojhilat Fewaz Xelîl diyar kir ku 5 tax li navçeya rojhilat hene; taxên Cûdî(Qenat Siwês a berê), Qidorbeg, Enteriyê û Meyselon û wiha Xelîl anî ziman: "Koordîna bi komîn û meclisan re tê kirin. Her wiha belavkirin bi rêk û pêk û wekhev û çavdêriya komîteyên navçeyê û komînan, pêk tê."

Meclisa naveçya rojava ya bajarê Qamişlo heta niha 470 hezar lîtir mazot û navçeya rojhilat jî 520 hezar lîtir mazot belav kirin. Hê jî belavkirin berdewam e.

Bihevrûkirina bi sala borî re, dê nêzî 23 milyon lîtir mazot li ser şêniyên bajarê Qamişlo bên belavkirin. Yek ji rêveberên Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Xaşih Hac Ehmed da zanîn ku tu serjimariya rasteqîn a mazota ku bê belavkirin tune ye. Ji ber serjimariya rast a malên li bajêr nîn e.

Mazot li malbatên şehîdan û dibistanan bê pere tê belavkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din