Mazlûm Ebdî: Ji bilî daxuyaniyên Tirkiyê yên provokatîf her tişt bi aramî dimeşe

Fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî hişyariya vegera DAIŞ`ê da, di demekê de ku gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene. Her wiha Ebdî kampa Holê wek "bombe" bi nav kir ku bi sedan çete û malbatên wan tê de hene.

Malpera CNN a Amerîkayê hevpeyvînek bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî re têkildarî "herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nakokiya li kampa Holê û çawaniya dan û standina bi bermahiyên DAIŞ`ê re çêkir.

Ebdî di nav axaftinên xwe de hişyariya jinûva vegera DAIŞ`ê da û bang li Washingtonê kir ku alîkariya QSD`ê bikin da ku careke din DAIŞ venegere.

Ebdî li ser pirsa ku nerîna wan wek rapora giştî li Pantagonê ya ku dibêje piştî biryara Trump a vekişandina hêzên DYA’yê ji welêt, DAIŞ li Sûriyê xwe nû dike, Ebdî wiha got: "Ew nêrîna me ye jî.”

Ebdî da zanîn ku îsyana DAIŞ`ê careke din ew ê rê ji çeteyan re veke ku li herêmên cîranên herêmên di bin serweriya QSD`ê de û di nav de sînorê li Iraqê û cihên li rojavayê çemê Firatê ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de bi serbestî tev bigerin.

Der barê çalakiyên hêzên DYA`yê di şerê çeteyên DAIŞ`ê de Ebdî wiha got: "Em û koalîsyon û DYA pir aktîf bûn, lê hin hêzên DYA’yê yên li Sûriyê mayî di rêveberiya navendên çavdêriyê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê de dixebitin, ji ber vê yekê beşdarbûna di şerê DAIŞ`ê de kêm e."

Mazlûm Ebdî wiha domand: "Divê DYA erkên xwe der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de pêk bîne. An jî ew ê zirarê li me û DYA`yê bike."

Der barê girtiyên çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê de Ebdî wiha got: "Hîna em di rewşên pir zehmet de ne."

Mazlûm Ebdî Hol wek "bombeyek” bi nav kir û diyar kir ku wan alîkariya tê xwestin ji civaka navneteweyî ji bo rewşa li kampê negirt û hin dewletan erê kirin ku hemwelatiyên xwe vegerînin.

Ebdî bang li wan dewletên ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê li gel QSD`ê ne kir ku wan vegerînin an jî di avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de alîkar bin.

Mazlûm Ebdî wiha got: "Em dixwazin roleke DYA`yê di dîtina çareseriyên siyasî li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin re bibînin, her wiha alîkariya leşkerî ji QSD`ê re peyda bikin."

Der barê îdiayên Tirkiyê û gefên wê de Mazlûm Ebdî wiha got: "QSD ne beşek ji şerê bi Tirkiyê re ye."

Ebdî wiha domand: "Gefên Tirkiyê alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kir ku careke din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin, DAIŞ dê her derfetê bibîne da ku derkeve."

Her wiha Ebdî got: "Baweriya me bi DYA`ê heye ku bigihîje hevpeymanekê bi Tirkiyê re da ku ev alozî bi dawî bibe, heta niha her tişt aram e."

Ebdî wiha got: "QSD`ê avakirina herêma ewle li ser sînorê Tirkiyê bi kûrahiya 5 km û hin parçe heta 12 km, erê kir."

Ebdî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Me di gelek aliyan de nermiya xwe nîşan da û em bawer in ku dê DYA vê nermiyê di ber çavan re derbas bike, lê daxuyaniyên Tirkiyê her roj astengiyê ji çareseriyê re çêdike."

(jo)


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya