Mazlûm Ebdî: Ger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike dê şerekî mezin dest pê bike

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî gefên dewleta Tirk, “herêma ewle” û rewşa Efrînê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û destnîşan kir eger artêşa Tirk êrîşî devereke Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bike, dê ev yek bibe sedema şerekî mezin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Ebdî destnîşan kir ku  eger artêşa Tirk êrîşî deverekê bike ev yek dê veguhere şerekî mezin.

Mazlûm Ebdî bal kişand ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got "Ji niha û pê ve ji bo parastina vê rêyê, ji bo temambûna pêvajoya avabûnê û çareseriyeke demokratîk a wekheviya gelan a li nava yekparebûna Sûriyê em ê bixebitin."

Mazlûm Ebdî der barê rewşa li sînor de agahî dan û got: "Tirkiye hêzeke cidî li sînor bi cih kiriye. Dikarim bibêjim ku me jî hêza xwe li sînor bi cih kiriye. Rageşiyek heye. Ev rewş zemînê pêşkêşî provokasyonan dike. Şaşiyek, çirûskek dikare veguhere agirekî."

Der barê êrîşeke muhtemel de Ebdî wiha axivî: "Rojhilatê Firatê û Efrîn naşibin hev. Du herêmên cuda ne. Ne pêkan e ku rewşa li Efrînê qewimî li vê derê dubare bibe. Em ê rê nedin vê yekê.

Di pêvajoya Efrînê de me biryareke stratejîk da. Me nexwest şer berfireh bibe. Me xwest ku şerê Efrînê li Efrînê bimîne û bi wî rengî bû. Ji bo me rojhilatê Firatê wê bi wî rengî nebe. Eger artêşa Tirk êrîşî deverekê bike wê ev yek veguhere şerekî mezin."

‘Heke dewleta Tirk êrîş bike dê li Sûriyê şerekî duyemîn ê navxweyî dest pê bike’

Ebdî wiha pê de çû: "Mesela eger Tirkiye êrîşî Girê Spî bike wê ji Dêrikê heta Minbicê eniyeke şer biafire. Ev yek biryara me ye. Me ji her kesî re gotiye. Tirkiye jî bi vê dizane, Amerîka jî Fransa jî. Eger êrîşî me bikin wê sînorê ji 600 kîlometreyî veguhere qada şer; li Sûriyê wê şerekî duyemîn ê navxweyî rû bide.

Stratejiya Tirkiyê ew e ku Girê Spî û Kobanê jî werbigire û bisekine. Lê belê eger êrîşek bê kirin heta ku Tirkiye vekişe wê şer bidome."

‘Rojhilatê Firatê dê neşibe Efrînê’

Ebdî diyar kir ku bi DYA’yê re ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê tifaqeke wan a hevpar heye û got: "Şerê niha yê li dijî DAIŞ'ê li Dêrazor û Reqayê ye. Tirkiye êrîşî me bike wê hêza YPG'ê ya li nava QSD'ê xwe vekişîne. Dema ku rewşeke wiha rû bide wê şerê li dijî DAIŞ'ê raweste. DAIŞ wê ji nû ve xurt bibe. Eger em jê derkevin wê rejîm ji bo dagirtina herêmê bikeve wan herêman. Karê me yê hevpar ê bi Amerîka û koalîsyonê re wê zirarê bibîne, wê derbê bixwe.

DYA vê naxwaze. Di nava koalîsyonê de bi qasî 73 dewlet hene. Tu ji wan naxwazin zirar li vê hevkariyê bê. Ev yek meseleyeke navneteweyî ye. Ji ber vê yekê zexteke cidî li Tirkiyê tê kirin. Li Efrînê ev yek tune bû.

Rola Amerîkiyan a ji bo derneketina şer erênî ye. Xebatên dîplomasiyê didomîne, zextê dike û dixwaze şerekî bêkontrol asteng bike. Wezîrê parastinê yê DYA'yê, serokê Fermandariya Giştî ya DYA'yê, wezîrê karên derve yê DYA'yê bi hempîşeyên xwe yên li Tirkiyê re axivîn.

Mesele ne bawerî yan jî bêbawerî ye, ev yek pirsgirêkeke Amerîkayê ye. Me helwesta xwe diyar kiriye, amadekariyên xwe jî kirine, em ê şer bikin. Rojhilatê Firatê wê neşibe Efrînê."

‘Divê hêzên xwecihî li ‘herêma ewle’ bin’

Ebdî bal kişand ser nîqaşên der barê herêma tampon de û got: "Erdogan di sala 2018'an de got, 'me amadekariyên xwe bi dawî kirine em ê li rojhilatê Firatê dest bi operasyonê bikin'. Bûye 7 sal ku ji aliyê me ve li dijî Tirkiyê êrîşek nehatiye kirin. Ji bo wan hebûna me pirsgirêk e. Binêrin 6-7 sal in em di şer de ne. Em şerekî nû naxwazin, em şerekî mezin naxwazin. Eger biqewime wê bibe şerekî mezin. Wê agirbest nebe. Ji ber vê yekê me ji hevalbendên xwe xwest ku biçin bi wan re biaxivin. Me ev navbeynkarî ji nûnerê DYA'yê yê taybet ê ji bo Sûriyê James Jeffrey xwest. Wî jî anî ziman ku bi kêfxweşî dikare bi vê rolê tev bigere. Pêvajoyê bi vî rengî dest pê kir. Destpêkê ev yek proje nebû. Me ragihand ku ji aliyê me ve wê êrîşek neyê kirin, metirsî nîn e. Pêvajoyê bi vî rengî dom kir.

Di axaftina telefonê de ya navbera Erdogan û Trump projeya 'herêma ewle' derkete holê. Me jî bi navê QSD'ê projeya xwe amade kir û pêşkêşî DYA'yê kir. Projeya me gelekî maqûl bû.”

Ev yek meseleya sînor e. Tirkiye dixwaze 'herêma ewle' bi 30 kîlometreyî be. Em jî dixwazin ku 5 kîlometre be. Em qebûl dikin ku 'herêma ewle' ya ji 5 kîlometreyan pêk were. Her wiha em dikarin hêzên YPG'ê ji vê qada 5 kîlometreyî vekişînin. Em dixwazin hêzên xwecihî li herêmê hebin."

Ebdî destnîşan kir ku mebesta wî ji hêzên xwecihî ew e ku hêzên ji Kobanê, Serêkaniyê, Qamişloyê, Girê Spî ye û got, "Her wiha em dikarin çekên giran ên ku dikarin xwe bigihînin Tirkiyê mîna tank, topan ji herêma ji 5 kîlometreyan vekişînin. Menzîla hin çekên me bi qasî 20 kîlometre ye. Em dikarin van jî ji çarçoveya menzîla wan vekişînin. Eger ev gef be em vê yekê ji gefbûnê derdixînin. Tirkiye dibêje, 'bila yên ji derve tên birêve bibe'. Em jî dibêjin; wê demê bila gelê xwecihî bi rê ve bibe. Bi vî rengî wê pirsgirêk çareser bibe."

Ebdî destnîşan kir ku divê Tirkiye soz bide ku wê êrîş neke û got: "Em dixwazin hêzeke navneteweyî wezîfeya dewriyeyê pêk bîne. Koalîsyon an jî hêzeke din. Tirkiye aliyek e. Em dixwazin hêzeke bêalî vê yekê bike."

‘Divê ji Efrînê derkevin’

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiya gotinên de bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha lê zêde kir: "Me niha bi şert qebûl kiriye ku leşkerên Tirk di nava dewriyeyan de hebin. Bê îstîsna divê Efrînî hemû li xaka xwe vegerin. Divê çete ji Efrînê derkevin. Mal û milkên efrîniyan ên hatine desteserkirin divê radestî efrîniyan bên kirin. Yên ku ji derve hatine anîn û li Efrînê hatine bicihkirin divê bên derxistin. Ev hemû jî divê bi ewlekariya hêzên navneteweyî bê kirin û di bin kontrola Meclîsa Efrînê de be. Dema ev pêk hat hingî leşkerên Tirk dikarin weke niyeteke baş tev li dewriyeyan bibin."


Mijarên Din