Mayîna li kampan bi serê xwe berxwedan e

Jinên efrînî yên li kampên kantona Şehbayê soza xwe ya berxwedanê nû kir û got “Rojên em li kampê derbas dikin bi serê xwe berxwedana li dijî artêşa Tirk nîşan dide. Ji ber ku em bi hêvî ne vegerin Efrînê.”

Şêniyên Efrînê, li Efrîn û gundewanên wê 58 rojan li ber xwe da, paşê ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man ji warên xwe derkevin. Şêniyên kantona Efrînê ji beriya 2 salan ve li kampên kantona Şehbayê tevî êrişên artêşa Tirk li ber xwe didin.

Ajansa me hevpeyvîn li gel jinên ji Efrînê re yên li Kampa Serdem dimînin, çêkir. Jinan îşaret bi hevkarî û berxwedanê kirin.

Koçbera bi navê Esmehan Abdulkerîm a ji navçeya Şiyê wiha got: “Em li Kampa Serdem wekî malbatekê dijîn, bi hev re kar û xebat, serdan û rojevên rojan parve dikin. Çi dibe bila bibe em hêviyên xwe qut nakin û em ê vegerin Efrînê, ji ber erd ê me ye ne yê artêşa Tirk e.”

Koçbera bi navê Cîhan Menan ji navçeya Mibetlî ye. Cîhan wiha axivî: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê em derketin û tevî malbatê li kantona Şehbayê bi cih bûn. Em û cîranên xwe wekî malbatekê ne, hêviyê didin hev û karan hevpar dikin. Tevî zehmetiya li kampan jî em ê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.”

Mesna Hemdûş ji şêniyên gundê Qestel Muxtar e û got: “Li Efrînê rewşa me baş bû û bi aramî dijiyan, tu carî me nedixwest ji Efrînê derkevin. Lê artêşa Tirk em bi darê zorê derxistin û cudabûn nexistin navbera biçûk û mezinan. Ez û hevserê xwe îxtiyar in. Lê em ê li ber xwe bidin û hêviya vegera bajarê xwe bin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din