Mayinek bi erebeyeke sivîlan ve li Mergedê teqiya

Mayinek bi erebeyeke sivîlan ve li gundê Seeda yê bajarokê Mergedê teqiya. Di encamê de hinek sivîl û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê bi giranî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ji nûçegihanên me yên li bajarê Hesekê re ragihand ku mayin saet di  11:45`an de li ser rêya giştî ku gundê Seeda yê 35 km dûrî Şedadê ye ku bi bajarokê Mergedê ve girê dide, teqiya.

Heman çavkaniyan got dema mayin teqiya, erebeya Hêzên Erka Xweparastinê jî di wir re derbas dibû. Di encamê de 13 şervan, 5 ji wan bi giranî, birîndar bûn. Birîndarên giran rakirin nexweşxaneyên Hesekê û yên din jî li nexweşxaneyên navçeya Şedadê têne dermankirin.

Heta niha têkildarî çarenûsa sivîlên ku mayin bi erebeya wan ve teqiyaye, agahiyên teqez nehatin zanîn.

(kc)

ANHA


Mijarên Din