Îmarat destekê dide Desteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan

Dewleta Îmaratê 15 milyon dolar veqetandiye da ku destekê bide Desteya Neteweyên Yebûyî ya Jinan heta 3 salan.

Di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya dewreya 74`an de, dewleta Îmaratê gava desteka Desteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan pêk anî.

Tê zanîn ku dewleta Îmaratê bi Desteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan re ji dema ku di 2010`an de hate avakirin, di nava dan û standinên stratejîk de ye û bi armanca destekdayîna Desteya Jinan nêzî 26 milyon dolarê Amerîkî jê re veqetand.

Desteya Neteweyên Yekbûyî bi rêya wekheviya di navbera her du zayendan de, îsbata jinan û vekirina buroyên bi desteya li Ebû Zebî ve girêdayî, bi erka xwe radibe û destekê dide desteyê.

(eh)


Mijarên Din