Îmaratê bersiva dewleta Tirk da: Cihê xeyalên mêtingeriyê tune ye

Wezîrê Dewleta Îmaratê Enwer Qerqaş îro bersiva daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Akarî da û got:"Ev daxuyanî proveksyon e. Peywendî bi gefan nayê birêvebirin."

Qerqaş di tiwwetera xwe de bersiva Akarî da û ev tişt got:"Daxuyaniya proveksyon ê Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk têkçûneke diplomatîk a nû ya welatî wî ye. Mentiqê deriyê bilind û dewleta mezin û fermanên wê, cihê xwe erşîva dîrokî ye."

Qerqaş wiha dirêjî da axaftina xwe:"Peywendî bi gefan nayê birêvebirin. Cihê xeyalên mêtingeriyê di vî zemanî de tune ye. A herî baş ji bo dewleta Tirk ku destwerdana di karûbarê ereban de, bide rawestandin."

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Akarî, di hevpeyvîneke bi kenala El-Cezîre, êrişî Îmaratê kir û Îmarat tewanbar kir ku destekê dide rêxistinên terorîst ên li Lîbya û Sûriyê ku li dijî dewleta Tirk in û gefa hesabxwestinê li Îmaratê xwar.

(kc)


Mijarên Din