Mamosteyên zimanê kurdî têkoşer Egîd Cîlo bi bîr anî

Endamên Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd Egîd Cîlo bi bîr anî. Şehîd Egîd xwedî roleke girîng di damezirandin û pêşixistina Saziya Zimanê Kurdî de ye.

Egîd Cîlo yek ji têkoşerên ku di damezirandin û pêşxistina Saziya Zimanê Kurdî de xwedî rolekî girîng e. Di 13`ê Sibata 2019`an de di qezayeke trafîkê de li bajarê Qamişlo şehîd bû. Di salvagera yekemîn a şehadeta wî de Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdarbûna bi dehan mamosteyan, civînek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, der barê jiyana şehîd Egîd Cîlo de sînevzyonek hate nîşandan. Piştre mamosteyê zimanê kurdî Şiyar Elo wiha axivî: "Şehîd Egîd ji damezirînerên Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Helebê ye. Di pêşxistina zimên de alîkarî dida mamosteyan. Her wiha baweriya xwe bi girîngiya ziman di parastina nasname û çanda gelan xurt bû."

Endamê Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk Elî Hemo jî şehîd Egîd bi bîr anî û wiha got: "Şehîd Egîd di dema fêrkirina zimanê kurdî de, artêşek ji mamosteyan ava kir û rola mamosteyan di civakê de xurt kir."

Elî Hemo soza şopandina rêya şehîd Egîd di xizmet û pêşxistina zimanê kurdî de da.

Civîn bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn