Mamosteyên zimanê kurdî: Em soza parastina ziman didin

Mamosteyên zimanê kurdî soza pêşxistina zimanê kurdî dan û piştrast kir ku ziman hebûna gelan e.

Sibe 15’ê Gulanê anku Cejna Zimanê Kurdî ye. Mamosteya zimanê kurdî ya taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Nûjîn Osman ev roj li hemû mamosteyên zimanê kurdî yên ku di pêşxistina zimanê dayikê de xwedan rol in, pîroz kir.

Nûjîn Osman got dijminên gelê Kurd dixwazin zimanê kurdî tune bikin, ji ber hebûna ziman hebûna gelê Kurd e, lewra naxwazin ziman bi pêş bikeve.

Mamoste Nûjîn Osman bal kişand ser girîngiya parastina zimanê kurdî û wiha pê de çû: "Ji hemû mamosteyên Kurd tê xwestin ku bi cidiyet kar û xebatê bikin, ji ber ku mirov bi zimanê xwe heye û dema bi zimanê xwe biaxive îsbata hebûna xwe dike, ji ber vê yekê em soza pêşxistina zimanê kurdî didin."

Her wiha mamosteyê bi navê Şiyar Elo axivî û da zanîn ku gelê zimanê xwe nas neke, nîşaneya helandinê ye û wiha dewam kir: "Em ê zimanê xwe bi pêş bixin û dev jê bernadin, ji ber hebûna me zimanê me ye. Her wiha tu carî rê nedin dijminan ku ziman û çandina me bihelînin."

Mamosteya bi navê Narîn Raco jî têkildarî vê rojê axivî û bi bîr xist ku bi saya şehîdên ku canê xwe di oxira parastina zimanê kurdî de feda kiriye û têkoşeran, wan zimanê xwe parastiye, ji ber vê yekê ew ê zimanê dayikê biparêzin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din