Mamosteyên Tirbespiyê gorên şehîdan sererast kirin 

Komîteya çalakiyan a rêveberiya dibistanan a navçeya Tirbespiyê kêlên gorên şehîdan li Goristana Şehîd Dilşêr ku 147 şehîdên pêkhateyên navçeyê hembêz dike, sererast kirin.

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Saziya Malbatên Şehîdan îro sibehê kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Dilşêr li gundê Dogir ku di encama şert û mercên hewayê de xirab bûn, sererast kirin.

Li Goristana Şehîd Dilşêr a şehîdên navçeya Tirbespiyê 147 şehîdên ji her sê pêkhateyan Ereb, Kurd û Suryan ku di dema têkoşîna xwe ji bo azadî û rûmeta gelê herêmê şehîd bûn, hene.

Endamê rêveberiya komîteya çalakiyan a dibistanan a navçeya Tirbespiyê Fener Şakêr Hisên da zanîn ku kêlên gorên şehîdan li Goristana Şehîd Dilşêr ji ber faktorên hewayê rabûbûn, ji nû ve nivîsandin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din