Mamosteyên Tirbespiyê banga parastina zarokan kir

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê bang li civaka navdewletî kirin ku hemberî êrîşên Tirkiyê û ji bo parastina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke xurt bide.

Bi dehan mamosteyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Mamosteyan bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê û ji bo parastina zarokan helwesteke xurt dibe.

Mamosteyan ku wêneyên şehîdên komkujiya dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî wekî Bab, Efrîn û Cerablusê hildan bûn û li sûka navendî ya navçeyê geriyan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana QSD‘ê berz kir.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê navçeyê veguherî mîtîngê. Bi navê Rêveberiya Dibistanan rêveber Fener Hisên û bi navê Navenda Tenduristiyê endamê navendê Silêman Bedir axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên dagirkeriya Tirk xeteriyeke mezin li ser jiyan û pêşeroja bi sed hezaran zarokan dixe xeteriyê. Mamosteyan piştgiriya xwe bi QSD‘ê re ragihandin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din