Mamosteyên Minbicê: Aliyên ku dixwazin bajarê me wêran bikin nikarîn vîna me bişkînin

Mamosteyên Minbicê got, divê şêniyên li Minbicê fêm bikin ku gelek aliyên derve bi rêya derxistina fitneyê li herêmê dixwazin armancên xwe li herêmê pêk bînin û divê li hemberî wan aliyên ku dixwazin vîna wan têk bibin bibin yek.

Mamosteyan ji ANHA`yê re der barê bûyerên dawîn ên li Minbicê rû dane de axivîn. Mamoste Ebdulhemîd Deşo got: “Mixabin gelek kesan xwepêşendana gelê Minbicê bi kar anîn ku banga mafên xwe yên rewa dikir. Wan aliyan xwestin fitneyê li herêmê derxin.”

Deşo diyar kir ku aliyên derve hene ku dixwazin fitneyê li herêmê derxin, lê ji ber têgihiştina gel ew negihiştin armanca xwe.

Deşo destnîşan kir ku ew hemû teşeyên bikaranîn van daxwazên gel ji bo derxistina proveksyonan red dikin. Deşo piştrast kir ku ew li welatê xwe ji dema ku ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ve di nava aramî û aştiyê de ne.

Deşo da xuyakirin ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê gelek xebat pêşkêş kirin û pêk anîn jê ewlehiya heyî, xebatên tenduristî, perwerdehî û gelek xebatên xizmetguzarî.

Di dawiyê de Deşo bang li şêniyên Minbicê kir ku hişyar bin û bi hewldanên derxistina proveksyonan û têkbirina ewlehiyê neyên xapandin.

Mamoste Cemîl El-Mistefa jî wiha behsa wan bûyeran kir: “Gelek aliyên derve daxwazên gel ên rewa bi kar anîn, lê ji ber hişyarbûna gelê Minbicê, gel bi wan hewldanan nehatin xapandin.”

Têkildarî daxwazên gel El-Mistefa got: “Rêveberiya Sivîl a Minbicê li gorî derfetên heyî daxwazên gel anîn cih, nêrînên wan guhdar kirin jê taloqkirina hemleya erka xweparastinê û serbestberdana kesên di encama bûyerên dawîn de hatin girtin.”

El-Mistefa bang li Rêveberiya Sivîl û şêniyan kir ku li hemberî hewldanên proveksyonan bibin yek.

(şx)

ANHA


Mijarên Din