Mamosteyên kantona Qamişlo: Bi yekrêziyê em ê xewna zarokan bi cih bînin

Mamosteyên kantona Qamişlo diyar kir ku bi gefên Erdogan re DAIŞ ji nû ve zindî dibe, nîşana vê yekê jî teqîna di 18`ê Tebaxê de li pêşiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo ye. Her wiha mamosteyan destnîşan kir ku dewleta Tirk “korîdora aştiyê” bi armanca parastinê çênake, berevajî vê yekê bi armanca dagirkerî û qirkirinê lê dike.

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a li Bakurê Sûriyê de ku bi slogan "Xak û rûmeta xwe hembêz bikin, dagirkeriya DAIŞ`ê têk bibin" dest pê kiriye, îro bi sedan mamosteyên kantona Qamişlo, endamên saziya Olof Taw a zimanê Suryanî, Yekitiya Mamosteyan, rêveberên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û endamên Kongreya Star li pêşiya Navenda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Qamişlo kom bûn. Beşdaran pankartên "Parastina xak û rûmeta xwe bikin û DAIŞ` û dagirkeriyê têk bibin" berz kirin û paşê daxuyanî ji raya giştî re hate xwendin.

Daxuyanî bi zimanên erebî, kurdî û suryanî ji aliyê mamosteyên bi navên Yasmîn Silêman, Hêvîn Hibo û mamosteya zimanê suryanî ya saziya Olof Taw Can Lîlos Yusif Îsa ve hat xwendin.

Daxuyaniya mamosteyan wiha ye:

Di pêvajoya 8 salan de me di oxira parastina xaka pîroz de, 11 hezar şehîd û 5 hezar birîndar dane, ji Kobanê dest pê kir û li dijî DAIŞ`ê serkeftinên giranbuha bi dest xistin, ev jî serkeftina mirovahiyê hemûyê ye.

Xweseriya Demokratîk ji encama berxwedana pîroz hate damezirandin, ji ber vê yekê li xweşiya hişmendiya Tirkiyê û hêzên hevkar nehat û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdiayên "parastina sînorê xwe dike".

Gelo çima Tirkiyê gefan li jiyana azad û demokratîk dixwe? Gelo çima Tirkiyê gefan li me dixwe? Tevî em êrîşî tikesî nakin, gelo çima Tirkiyê êrîşî me dike? Gelo xewna Osmaniyên nû ku berpirsên Tirkiyê her roj pê bang dikin, gelo parastina dewleta wan an ji bo dagirkirina hemû Rohilata Navîn e?

Rewşenbîr û bîrbir îdiayên Tirkiyê baş nas dikin, armanca dewleta Tirkiyê ne parastin e, berovajî vê yekê, qirkirin, talankirin û êrîşkarî ye, îsbata vê yekê jî şerê li Idlibê ye.

Bi gefên Erdogan re DAIŞ ji nû ve zindî dibe, her wiha metirsiya vê yekê ji raya giştî re tê raxistin, lê di 18`ê Tebaxê de dema erebeyeke bombarkirî li pêşiya dibistana Pîşeyî ya li Qamişlo teqîya û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Misbah Xelef ku ji penaberê Dêrazorê bû, şeîd bû êdî her tişt zelal bû. Li ser vî esasî em wek mamosteyên kantona Qamişlo careke din em hemû şehîdên xwe di şexsê şehîd Misbah Xelef de bi bîr tînin.

Paşê wekî ku tê zanîn çeteyên DAIŞ`ê teqîna li pêşiya Dibistana Pîşeyî girte ser xwe, ev jî li armancên dewleta Tirk vedigere ji ber pira derbaskirina DAIŞ`ê ya navbera Rojhilat û Rojava de, dewleta Tirkiyê ye.

Lewma em bang li aştîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku li dijî qirkirin û êrîşên dagirkeriya Erdogan yekrêz bin.

Heke yekitî pêk neyê, dê ji ber dewleta Tirk azara ku em îro pê re dijîn, bigihîje hemû cîhanê, ji ber vê yekê da ku em xewna bi hezaran zarokan pêk bînin, divê em li dijî hemû êrîşan rawestin, ji ber vê yekê parastina cewherî dê rê li pêşiya Tirkiya faşîst bigire.

(eh)

ANHA


Mijarên Din