Mamosteyên Helebê: Êrişên dewleta Tirk karaserta mirovî ye û divê bê rawestandin

Mamosteyên bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "Karaseta mirovî" nav kirine. Ji ber ku bi hezaran zarok ji mafên xwendina bi zimanê dayikê bê par man û ew bi hedefa çewisandina çanda Kurd e.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hedefgirtina cihên giştî, malên sivîlan û dibistanan bûn sedema ku bi hezaran zarok ji xwendinê bê par bimînin.

Mamosteyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê der barê mijarê de, ji ajansa me re axivin.

Gulîzar Elî girêdayî mijarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de bi dehan sivîl di nav de jî jin û zarok bûne qurban şermezar kirin û wiha anî ziman: "Bû cara sêyemîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava bi mafên sivîlan de pêk tên. Ji Kobanê dest pê kirin, piştre Efrîn û niha jî dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.  Ev hemû jî li pêş çavên cîhanê û di nava bêdengiya navdewletî ya ku cihê şermîniyê de ye, pêk tên."

Gulîzar wiha dewam kir: "Ji mafên zarokê Kurd e ku fena tevahî zarokên cîhanê bijîn û bi zimanê dayikê dûrî dîmenên kuştin û wêrandkirina rojane, bixwînin."

Mamoste Şiyar Elo jî îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek malbat koç kirin. Bi wê re jî bi hezaran zarok ji mafên xwendinên bê par man. Her wiha jî zêdetirî 800 dibistan rawestîn. Ev tevahî sûcên bi hedefa tunekirina biryartiya gelan a li herêmê ye.

Li aliyekî dîtir jî mamoste Rezan Qelender êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "karaseta mirovî" bi nav kir ku bû sedema têkbirina pêşeroja nifşekî bi temamî.

Rezan bang li civaka navdewletî kir ku der heqê êrişan de ji bêdengiya xwe derkeve û destwerdana lezgîn bike, da ku xwînrijandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raweste. Rezan piştrast kir ku ji mafên zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di atmosfêrekî ewle de bijîn.

Mamoste Redîne Egîd anî ziman ku armanca dewleta Tirk a mêtînger jinûve vejandina xewnên Osmaniyan bi dagirkirina dewletên cîran bi hedefa çewisandina çand û zimanê kurdî ye û wiha dewam kir: "Lê em wek mamoste destgirêdayî li hember van kiryar û binpêkirinan namînin û dê zarokên xwe bi fêrî zimanê dayikê bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din