Mamosteyên Dêrikê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Bi sedan mamosteyên Dêrikê gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza berxwedanê da.

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan mamosteyên Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl bi slogan "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" û "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re" meşek li dar xist.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi bazara navendî ve çû. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji xayîntiyê re, na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bijî biratiya gelan" hilgirtin, sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û desteka QSD`ê berz kirin.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê û li ser navê Saziya Ziman şaxê Dêrikê Viyan Cudî axivî û got: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazên derûnî û şerê taybet gefan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

Viyan Cudî wiha axivî: "Mamosteyên ziman di civakê de xwedî rol in û bi vê xwepêşandanê dengê xwe digihînin raya giştî. Her wiha dewleta Tirk bi hinceta avakirina "herêma ewle" hewldana têkbirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Meş bi sloganên “Bijî berxwedana YPJ û QSD`ê” bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din