Mamoste û xwendekarên Cirniyê banga sînordarkirina komkujiyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê kir

Bi sedan mamoste û xwendekarên bajarokê Cirniye yê Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Bi sedan mamoste û xwendekarên bajarokê  Cirniye yê bakurê Tebqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Meş ji têketina bajarokê Cirniyê dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha dirûşmeyên li dijî projayên mêtîngeriyê li Sûriyê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê xwendekaran Hedîl Malik û bi navê Navenda Perwerdeyê ya bajarokê Cirniyê Hesen El-Heskawî axivîn.

Di axaftinan de hat piştrastkirin ku êrişên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin û mafên xwe yên fêrbûnê, jiyana ewle û azad dixwazin.

Her wiha hat destnîşankirin ku zarok bi çekên qedexekirî hatin topbarankirin, li dijî wan sûcên herî qirêj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatin û dibistan li şûna ku cihên belavkirina zanistê bin, veguherîne cihên bicihkirina koçberan.

Axaftvanan bang li NY`yê, UNICIF û hemû rêxistinên navdewletî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê rawestînin. Ji ber di encama wê de bi sedhezaran şênî koçber bûn û ji mafên xwe yên herî biçûk mehrûm man.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din