Mam Zekî Şengalî li ser gora xwe hat bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Ezidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi tevlîbûna sedan kesî, hat bibîranîn.

Endamê Kordînasyona Civaka Ezidî Zekî Şengalî ku 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji merasîma salvegera bîranînan qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd bibû, li Şengalê hat bibîranîn.

Piştî ku duh êvarê xêra Mam Zekî hat belavkirin û gora wî hat ziyaretkirin, îro jî li herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê merasîma bîranînê pêk hat. Di merasîmê de malbata Mam Zekî, rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, şandeyên ku ji Rojava û Ewropa hatibûn û bi sedan kes amade bûn.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinan dom kir. Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ku axaftina destpêkê kir, xêrhatina mêvanan kir û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku Mam Zekî ji bo me sembola tifaqê bû, niha jî tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê tifaqê pêk bînin. Ji bilî wê tu tiştek nabe bersiv.”

Piştre li ser navê malbata Mam Zekî Şengalî hevjîna wî Gulê Ozden axivî û wiha got: “Hûn hemû bi xêr hatin, sibe salvegera Mam Zekî yekemîn e. Gelê Şengalê baş dizane ku Şengal li ber dilê Zekî pir şêrîn bû. Wî bi dildariyeke mezin karê xwe meşand. Ji bo wî ferqa tu miletan nebû, bêyî ku ferqekî bixe nava mezheb û zimanan, ji bona yekîtîya gelan kar dikir. Lê dijmin ew kir hedef. Pêwîste em tola Mam Zekî rakin û li hemberî hemû cûre êrîşan bêdeng nemînin. Hûn jî gelekî baş behsa tekoşîn û kesayate Mam Zekî dikin. Dubare hemû kesan silav dikim û dibêjim şehîd namirin.”

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Seît Hesen jî di merasîmê de axivî û got “Em rêhevalê xwe Mam Zekî Şengalî bi bîr tînin. Her wiha qurbaniyên komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ku îro salvegera wê ye bibîr tînin. Dîsa em di kesayeta Mahsum Kormaz de 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li Mam Zekî û hemû rêhevalên wî pîroz dikin. Yek ji hezaran şopdarê pêngava 15 Tebaxê Diyar Xerîb ku îro çilrojiya şehadet wî ye, jî bibîr tinin. Dijmin dema bixwaze civakekê bike hedef, destpêkê pêşengên wê hedef digire. Mam Zekî jî ji bona civaka Ezîdî bi vî rengî bû. Hevalê Zekî çawa bû, Hevalê Helmet jî bi vî rengî bû. Em çiqasî behsa keda Mam Zekî bikin wê têrî neke. Bi taybetî 20 sal di nava civaka Ezîdî de kar û xebat meşandin, serdana hemû pêşengên civaka me rûsipîyên me dikir. Ji muxtaran heta oldaran digot pêwîste ku pêşengtiyê ji civakê re bike.  Bêyî ku bêje ‘ez westiyame’ kar û xebat meşandin. Kêlî bi kêlî her di nava tekoşînê de bû û ji bo tifaqa civaka Ezîdî kar dikir. Hevalê Zekî ji me re mînak bû.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM Xerîb Hiso di merasîmê de ev axaftin kir:  “Tişta bingehîn û pêwîst ji me re ewe ku em tifaqekê ava bikin. Bi tifaqa xwe emê pêşî li qirkirin û êrîşan bigirin. Ger ku e-em vê tifaqê pêk neyînin, wê êrîş zêdetir bibin. Hebûna Êzdiyatiyê hebûna Kurdîstan û Kurdan e. Ji ber vê tu êrîş ji hev qût nînin. Divê em herdem li hemberî êrîşan şiyar bin û ev jî serhildane, berxwedan û tekoşîne. Diviyabû me heta niha xwesteka Mam Zekî pêk bianiya. Ev wesiyet ji hemû kesan re derbasdare.”

Di merasîmê de li ser navê hevpeymaniya çar partiyên Êzidî yên Şengalê Şêx Azad, li ser navê TAJÊ‘yê Xoxê Cindo, Qaymeqamê Şengalê Fahid Hemed, liser navê oldarên Civaka Êzidî Mam Faxir jî axivî û hestên xwe anîn ziman.

Piştî merasîmê xêr hat belavkirin.


Mijarên Din