Mam Zekî Şengalê li Helebê hate bibîranîn

Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi civînekê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de bi bîr anî.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de bi civînekê bi bîr anî.

Civîn li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna dehan ji Êzidiyên taxê û endamên saziyên sivîl hate lidar xistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê sirûdên olî ji aliyê yek ji şêxên Êzidiyên Riyad Omer ve hatin xwendin.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Gulê Xezal jî axivî,  bal kişand ser îxana li Şengalê ya piştî êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê dijî Êzidî û diyar kir ku divê hemû alî û ol hevgirtina xwe xurt bikin û li pêşiya dijminên ku dixwaze qirkirina gelan pêk bîne, bisekinin.

Endamê Mala Êzidiyan Laleş Êzidî di civînê de axivî û got, şehîd Zekî Şengalî di roja salvegera pêngava 15`ê Tebaxê de şehîd bû, 15‘ê Tebaxê ji gelê Kurd re rojeke dîrokî ye, tê de fermandar Egîd li hember zulm, koletî û dagirkerî fîşeka yekemîn berdan.

Laleş her her wiha îşaret bi komplo û îxaneta li ser gelê Kurd, bi taybet civaka Êzidî kir û bang "Divê gelê me xwe bi rêxistin bikin û amade bin bersiva komployan bidin."

Paşê sînevîzyonek der barê têkoşîna Mam Zekî Şengalî de hate pêşandin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din