Malpera ‘Itamel Radar’ a şopandina tevgera balafiran li asîmanê Îtalya û Deryaya Spî, duh diyar kir ku tevgera balafirên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve berdewam e.
Malperê destnîşan kir ku wan tevgera 2 balafirên bar ên Tirkiyê yên ji cureya "Airbus A400M" ber bi rojavayê Lîbyayê ve û bi taybetî dibe ku ber bi Misratayê ve diçin, şopandiye.
Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî mijarê diyar kir ku tevgera balafiran nîşan dide ku dewleta Tirk hîna veguhastina çekan û alavên leşkerî ji bo endamên xwe û mîlîsên li rojavayê Lîbyayê dewam dike. Tevî ku agirbest hatiye ragihandin û dan û standinên di navbera her du aliyên şer de yên ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane, dewam dikin.
(cx)