Malpereke brîtanî: Tirkiye Koronavîrusê di şerê li dijî Kurdan de bi kar tîne

Malpera Canary a Brîtanyayê daxuyand ku dewleta Tirk pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) wek alavekê di şerê li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rohilatê Sûriyê de bi kar tîne.

Deweleta Tirk li ser parêzgeha Hesekê piştî topbarana komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk bû sedema xirabkirina torên avê û av qut kir.

Nûnerê UNICEF’ê li Sûriyê Fran François ji malpera Canary a Brîtanyayê re wiha got: "Qutkirina avê li gel kedên sînordarkirina berbelavbûna Koronavîrusê, zarok û malbetan dixe xeteyeke mezin."

Li Tirkiyê hê jî nêzî 8 hezar û 500 kes ji çalakvanên siyasî û rojnamegerên Kurd bi tawanbariyên hikumetê di girtîgehan de ne û li beramber pandemiya Covid-19’ê ne.

Li aliyekî din jî di girtîgehan de paqijî tune ye û li beramber pandemiyê krîzek e û her wiha berpirsên girtîgehan kesên nexweş red kirin ku bibin yekîneyên tenduristiyê.

Hikumeta Tirk der heqê Koronavîrusê dê efû ji kêmî nîvê girtiyan re bide, lê belê hejmara tevahî girtiyan 300 hezar e, lê girtiyên siyasî û yên bi îdiayên hikumeta Tirkiyê ku têkiliyên wan bi PKK’ê re hene, efû wan nagire nava xwe.

Her wiha polîsên dewleta Tirk êrişî merasîma cenazeya muzîkjen Helîn Bolek û endama Grup Yorumê ku hikumeta bi têkiliya bi DHKP-C’ê tawanbar kiriye, kir.

Girêdayî mijarê ANF’ê ragihand ku roja înê polîsan di merasîma Bolek de ava bişid û gaza rondikrêj êrişî şêniyan kir û hin kes girtin.

Malpera Canary der barê bikaranîna dewleta Tirk a Koronavîrusê wek çek û gefan tevî ku ji matmayîneke jî, bang li rêxistinên cîhanê kir ku dengên xwe li dijî dewleta Tirk ku welatî bi zorê xistin girtîgehan, bilind bikin.

(fr)


Mijarên Din