Malpera Brîtanî: Plana Erebistana Siûdî ya daxistina Erdogan

Malpera Middle East a Brîtanyayê plana stratejîk a Erebistana Siûdî ya destpêkirina pêkanînên li hemberî hikumeta Tirkiyê eşkere kir.

Li gorî malpera Middle East, detayên planê di raporeke nepen de derketin holê ku pişta xwe daye îstîxbarata ku hin çavkaniyên xwe eşkere û hin jî nepen in. Ew rapor jî hevalbenda Erebistana Siûdî, dewleta Îmaratê amade kiriye.

Li aliyekî din jî, rapora îstîxbaratê ji rêzeraporên mehane ne ku ‘Navenda Îmaratê ya Siyasetê’ diweşîne. Ew jî navenda lêkolînan e ku têkiliya xwe bi hikumeta Îmaratê û pergala ewlehiyê re heye.

Malpera Middle East kopiyek ji raporê bi navê "Rapora mehane ya Erebistana Siûdî bi dîroka 24’ê Gulana 2019’an" wergirt. Ew rapor jî tenê li hin aliyan wek fermandariya bilind a Îmaratê belav bûye û li ser malpera navenda lêkolînan nehatiye belavkirin.

Di raporê de eşkere dibe ku Riyad di meha Gulanê de fermanên pêkanîna destpêkirina plana stratejîk a li hember hikumeta Tirkiyê derxistine.

Armanca planê ew e ku tevahî alavên pêkan ên fişarkirina li ser hikumeta Erdogan û lawazbûna wê, hiştina mijûlkirina bi dozên hundirîn da ku opozîsyon wê hilweşîne yan jî li hember krîzên hundirîn yek li pey yekê rû bi rû bihêle ku bikeve nav çewtî û şaşiyên bi kêr bên, da ku piştre tevnên civakî û çapemeniyê jî bikaribin wan çewtiyan biweşînin.

Malpera Middle East ji navenda Îmaratê xwest ku nêrîna xwe der barê vê yekê de diyar bike, lê tu bersiv negirtine heta dema weşandinê.

Rawestandina berjewendiyan

Hedefa Riyadê ew e ku berjewendiyên herêmî yên Erdogan û Tirkiyê bên rawestandin. Li gorî raporê, Erebistana Siûdî dê aboriya Tirkiyê bike hedef. Fişarê li fînansekirina Erebistana Siûdî ya li Tirkiyê bike. Dê turîstên Erebistana Siûdî yên ku serdana Tirkiyê dikin, kêm bike. Li rexê jî dê çareseriyên alternatîf bibîne. Li aliyekî dîtir jî dahatûyên ku tên Erebistana Siûdî jî sivik bike. Ya herî girîng jî rola herêmî ya Tirkiyê der barê kar û barên îslamiyetê de jî lawaz bike.

Di raporê de hat eşkerekirin ku qral Mihemed Bîn Selamn biryara li hember bisekine, daye. Ew jî piştî kuştina Cemal Xaşiqcî ji hêla tîma ajanên Erebistana Siûdî yên di hundirê konsolxaneya Stenbolê de.

Di raporê de hat diyarkirin ku serokkomarê Tirk Erdogan der barê hemleya teşhîrkirinê ya Erebistana Siûdî de zêde pê de çû. Her wiha hemû rêbazên reşkirinê di doza Xaşiqcî de bi kar anîn.

Di belgeya nepen de tê dîtin ku Navenda Îmaratê ya Siyasetan îdia dike Tirkiyê tu agahiyên eşkere û pêbawer yên alîkariya bi lêpirsîna Siûdiyê re der barê kuştinê de bike, nedane. Ji dêvla wê agahiyên teşhîrkinê li ser tevnên civakî belav kirin da ku Erebistana Siûdî û waliyê wê reş bike.

Di raporê de wiha hat gotin: "Hewldanên Erdogan ên siyaseta dozan û li gorî xwe bi kar bîne, bi bin ketin û dem hat ku asta êrîşên dijber bên bilindkirin."

Fişarê dest pê kir

Di hefteya borî de nîşaneya yekemîn a destpêkirina hemleyê ya ku belgeya Îmaratê çêkiriye, dest pê kir. Wek qedexekirina desthilatên Erebistana Siûdî ya derbasbûna 80 erebeyên Tirkiyê ku berhemên ta û madeyên kîmyewî bar kirine ya xaka Erebistana Siûdiyê di perava Dîbayê re.

Di heman çarçoveyê de rayedarekî Tirk ku xwe nexwest eşkere bibe, ji malpera Middle East re got 300 sindoqên fêkî û sebzeyên Tirkiyê di hundirê bendera Cedeyê de girtî ne.

Li aliyekî din jî li gorî agahiyên fermî yên Wezareta Turîzmê ya Tirkiyê, hejmara turîstên ku serdana Tirkiyê kirine, bi rêjeya ji sedî 15 kêm bûye. Her wiha ji 6 mehan ve di sala 2019’an de ji 276 hezar turîst kêm bûne û bûye 234 hezar.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê yên sala 2018’an fînansekirinên yekser ên Erbistana Siûdî di hundirê Tirkiyê de bi milyar dolaran e.

Di heman salê de nirxa derfirotinên Tirkiyê yên li Erebistana Siûdî nêzî 2,64 milyar dolar bû, lê di heman demê de nirxa dahatûyên ji Erebistana Siûdiyê re gihaşt 2,32 milyar dolaran.

Di rapora Îmaratê de hat eşkerekirin: "Rayedarên Erebistana Siûdî têkiliya xwe bi Erdogan re biriye û wek dijmin dan û standin pê re dibe. Qral jî bê dudilî li ser wesîyeta komîteya şêwirê ya neşandina vexwendnameya fermî ji Erdogan re der barê beşdariya Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamê ya girîng li Mekeyê de, erê kir."

Navê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser lîsteya dûrxistina ji lûtkeyê li gel serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û mîrê Qeterê şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî (Duyemîn) hat zêdekirin.

Girêdayî heman mijarê, Selman biryar da ku mîrê Qeterê beşdarî lûtkeya Mekeyê bibe. Lê belê vexwendnameya Erdogan li derveyî beşdarbûnê ye.

Li gorî malperê hikumeta Tirkiyê baş hewldanên walî yên birîna têkiliyan dizane û hewl dide li hemberî wê bi rêya mayîna têkiliya yekser a bi bavê qral Selman re bisekine.

Her wisa rayedarekî Tirkiyê yê payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, got heyîna stratejiya Siûdiyê ya cezakirina Tirkiyê der heqê doza Xaşiqcî de ne ji nişka ve bû. Rayedarê Tirk ji Middle East re daxuyand ku ew dizanin ku çi dikin. Karê ku tê kirin, hema eşkere ye. Ew jî bi rêya çalakiyên wan ên li ser torên civakî û rûpelên bi piştevaniya Erebistana Siûdî eşkere dibin.

Rayedar diyar kir ku hejmara turîstan kêm bûye. Li aliyekî din jî ew li hember pirsgirêkên derfirotinên Tirkiyê yên rû bi rû ne û vê rewşê ji nêz ve dişopînin.

(fr)


Mijarên Din