Malên Cizîrê yên axî… havînan hênik, zivistanan germ

Gelheyeke zêde li herêma Cizîrê girîngiyê dide malên axî ku ji ka û axê têne çêkirin. Ev çand hîna li gel şêniyên herêmê didome ji ber ku li gorî şêwaza jiyana wan û şert û mercên hawa yên dijwar guncaw in. Bi taybetmendiya xwe ya ku havînan hênik in û zivistanan germ, tên naskirin.

 

Malên axî di zivistanê de germahiyê û di havînê de hênikahiyê diparêzin û li gorî hinek çavkaniyan dîroka wan vedigere serdema neolotîk. Ev mal ji heriyê têne avakirin ku ji ax, ka û avê çêdibe.

Mihemed Heqî yê ji şêniyên navçeya Tirbespiyê zêdetirî 30 salan e malên axî ava dike û diyar dike ku herî hişkbûn û mekinbûnê dide malan.

Lêçûna malên axî ne zêde ye. Tenê pêwîstiya wê bi keda bedenî heye û divê bi awayekî asayî were kontrolkirin. Ji ber ku pêwîst e 2 salan an jî 3 salan carekê werin restorekirin. Dîwar û banî têne qeşirandin, piştre ji nû ve têne lêkirin da ku rewşên hewayê bi taybet di zivistan û havînê de bandorê lê nekin.

Malên axî ji hev cuda ne ji aliyê dirêjahî û firehî û teşeya avahiyê de. Ev li gorî daxwaza xwediyê avahiyê ye. Hinek jê çargoşe û hinek din jî milkêş in. Bilindbûna banên malên axî ji malekî ji ya din cudatir e.

Li gorî Mihemed Heqî malên axî heya 50 salan li ber xwe didin anku dimînin.

Di dawiya havînê de her sal şêniyên herêma Cizîrê ji bo zivistanê malên xwe yên axî restore dikin. Lêçûna wan ne zêde ye û ji xwezaya herêmê re gelekî guncaw in.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din