Malik El-Hafiz: Êrişên Tirkiyê wê di lûtkeya NATO`yê de deng vede

Lêkolînerê siyasî Malik El-Hafiz teqez kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di lûtkeya NATO`yê de deng vede.

NATO`yê lûtkeya xwe di 3 û 4`ê Kanûnê de li dardixe. Ev lûtke demeke ku di navbera dewleta Tirk û Fransa’de, ku herdu jî endamên NATO’yê ne, aloziyek kûr tê jiyîn tê li darxistin.

Bê gûman nakokî ne tenê di navbera dewleta tirk û fransa de ye. Di heman demê de di navbera hin endamên din yên NATO’yê de jî nakokî hene.

Piştî rexneyên serokê Fransayê Emmanuel Macron ê derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di navbera wan de şerek axaftinî jî rû da.

Girêdayî mijarê lêkolînerê siyasî Malik El-Hafiz ji ajansa me re axivî û bi firehî nakokiyên di navbera dewletên NATO`yê de şîrove kir.

El-Hafiz di destpêkê de got: "dewletên rojavayî di mijara krîza surî de durê nêzîk dibin. ji ber wê em gihaştin vê rewşê. Kartên ku Erdogan hempêşiyên xwe yên ewropî li NATO`yê pê tehdîd dike wana bi xwe dan destê Erdogan. Bi taybet di mijara wergirtina çeteyên girtî yên DAİŞ’ê, xeterî û metirsiya DAİŞ’ê ji holê rakirin de ciddî nêzîk nebûn û çareser nekirin."

El-Hafiz wiha domand: "Lewra dewletên rojavayî di tevliheviya piraniya pêvajoyên aloziya Sûriyê de şirîk bûn. Di afirandina tevliheviyê de aliyekî serekebûn. Lewra nêrîna NATO`yê ji Tirkiyê re weke dewletek endamê NATO`yê yan jî li ser wê bûye barek, ne zelal e û gelek hîm bandor lê dikin."

El-Hafiz destnîşan kir ku dibe ku operasyona leşkerî ya Tikriyê gelek dewletan aciz kiribe. Lê tu bandorên wan dewletan girêdayî ewlehiya herêmê li ser erdê tune bû. Tişta ku divê were destnîşankirin, ew e ku Washington çi bixwaze ew ê pêk were. Madem DYA`yê operasyona leşkerî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas kir, helwesta dawîn a NATO`yê bandor li vê dosyayê nake.

Têkildarî nermiya NATO`yê lihember siyasetên Erdogan El-Hafiz ev tişt destnîşan kir: "Nermiya NATO`yê ne bi giştî ye. Bandorên operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di nav NATO`yê de deng vede."

El-Hafiz destnîşan kir ku Erdogan dem demê gefan li Ewropayê dixwe. Ev tişt di xeteriya pêlek nû ji penaberên sûrî de ber bi Ewropayê ve diyar dibe. Bi taybet hinek dewletên Yekitiya Ewropayê ji ber siyaseta pêşwazîkirina penaberan ji aliyên siyasî û aborî ve zehmetî kişandine. Her wiha karta girtiyên DAIŞ`ê yên biyanî li dijî Ewropayê dikeve lîsteya gefên Tirkiyê. Tirkiyê îdia dike ku pêwîste Ewropa wan werbigire li gel ku di bingehê de berpirsyariya li hemberî wan çeteyan paşguh kiriye û li ser QSD`ê hiştiye.

ÊRIŞÊN TIRKIYÊ LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WÊ ATMOSFERA LÛTKEYA NATO`YÊ GURTIR BIKE

El-Hafiz destnîşan kir ku armanca nû û kevin a Tirkiyê, bi hinceta ku ewlehiya wê dike xeteriyê li hember Hêzên Sûriye Demokratîk şerkirine. Li gorî El-Hafiz ev mijar wê bibe ji nuqteyên herî nakok li rex kartên din. Heta beriya operasyona leşkerî gelek nerazîbûn li hember dosyaya “Herêma ewle” hebûn. Bi destpêkirina operasyonê re ew nerazîbûn zêde bûn û wê atmosfera lûtkeya NATO`yê gur bike.

El-Hafiz bal kişand ser ku, çareserkirina nakokiyan di navbera dewletên NATO`yê de wê ne hêsan be. Li gel ku Enqere li hember plana parastinê ya NATO`yê girêdayî dewletên Baltîq û Bolanda disekine. Enqere wê di vî warî de bi israr be. Ruxmî destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji hêla Ewropayê ve hatiye şermezarkirin, lê bandora dosyaya penaberan û girtiyên DAIŞ`ê wê diyar bin.

Têkildarî nermiya NATO`yê bi Enqerê re piştî peymana S-400 û nêzîkbûna Tirkiyê ya eşkere bi Rûsyayê re, Malik El-Hafiz destnîşan kir ku, di vî warî de divê îşaret pê were kirin ku Tirkiyê karî DYA`yê îqna bike û nakokiya peymanên çekan dûrî NATO`yê çareser bike. Serdana serokkomarê Tirkiyê ya dawîn ji Washingtonê re navîna meha derbasbûyî hikumeta Erdogan ji gurbûna nakokiya bi Washingtonê re girêdayî kirîna Tirkiyê ya pergala parastina hawayî ya pêşketî ya Moskovayê xilas kir. ev peyman wê di meha Nîsana bê de destpê bike.

El-Hafiz diyar kir ku lihevkirina Enqere bi WAshingtonê re piştî serdana dawîn a Erdogan, nayê wateyên ku alozî bi temamî çareser bûye. Lê diyar e ku lihevkirinek di navbera her du aliyan de heye. Bi rêya wê Washington hewl dide hejmara herî zêde ji kartan bi dest bixe. Ne ji vî tiştî bûya, koodînekirina vê dosyayê wê ne li ser asta dualiyan bûya. Ev tê wateya ku gurkirina aloziya peymana çeka rûsî wê negihêje NATO`yê.

Bi rastî mezintirîn dewletên ewropî ji bilî Britaniya’yê vî tiştî naxweze. Ji ber wê jî Parîs û Berlîn wê neçar nemînin li hember Moskovayê li gel gelek peymanên aborî û siyasî girêdayî dosyayên Rojhilata Navîn bisekinin.

El-Hafiz destnîşan kir ku ev tişt di daxuyaniyên Erdogan-Trump de piştî hevdîtinê teqez bûn. Dema Enqere destnîşan kir ku dikare pergala S-400 bi awayekî cuda beyî tev li pergala parastina ya NATO`yê bike, bi kar bîne.

Di berdewama gotinên xwe de El-Hafiz behsa mijara derxistina Tirkiyê ji NATO`yê kir û ev tişt teqez kir:

"Nakokiyek ewropî-ewropî girêdayî hebûna Tirkiyê di NATO`yê û bandora vê hebûnê li ser dosyayên têkildarî parzemîna ewropî heye. Lewra helwestên ewropî li hember operasyona leşkerî ya Tirkiyê ne zelal bûn. Rola amerîkayê girêdayî hebûna Tirkiyê di dosyaya sûrî de, yan jî tevgerên Tirkiyê di siyasetên derve de wê her pêşniyaren di vî warî de qedexe bike. Divê dewletên ewropî destpêkê, dûrî daxwaze amrîkî, xwedî nêrînek xwe bixwe bin. Wê demê mirov dikare her tevgerek û nêrînek ji nişkan ve ji hêla Washingtonê ve lêkolîn û analîz bike."

Li gorî nêrîna El-Hafiz têkildarî nakokiyên Fransa û Tirkiyê wê bandor li yekkirina nêrînên dewletên endamê bike.

El hafiz di derbarê mijarê de wiha axivî:

“Lewra wê nêrînek hevpar ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê yên ku serokê Fransayê Emmanuel Macron tune be. lewra Washington di vê demê de ji her demê bêtir wê dosyaya li gorî xwe bimeşîne. Ji ber wê daxuyaniyên Emmanuel Macron girêdayî Tirkiyê, girîngiya NATO`yê, nerazîbûnên DYA û Almanya wê bandor li encamên lûtkeyê bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din