Malbendiya Helebê ya Rewşenbîran li Helebê semînerek da

Bi boneya salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Malbendiya Helebê ya Rewşenbîran bi sernavê "Şoreşa Rojava rêwîtiyeke rizgarkirin û dayînê ye" semînerek da.

 

Semîner li rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar ket û bi dehan endamên sazî û partiyên siyasî beşdarê bûn.

Destpêkê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Malbendiya Helebê ya Rewşenbîran Raman Azad wiha got: "Şoreşa Rojava, şoreşa kurdên Sûriyê ya bi pîvanên modern e."

Azad wiha domand: "Dema ku em  şoreşekê li dijî sîstemeke zordar pêk tînin, divê em faktorên tirsê û astengiyên li pêş avakirina kesayetên şoreşger, bi dawî bikin."

Raman Azad wiha da zanîn: "Roja 19`ê Tîrmeha 2012`an destpêka ragihandina şoreşê û aktîvkirina berbijêrka altinratîf ku gel li ser hev kiriye, da ku sîstemeke civakî li şûna saziyên dewletê bê avakirin. Lewra, di nava buhara gelan de bû şoreşa yekemîn li Rojhilata Navîn. "

(cx)

ANHA

 


Mijarên Din