Malbatên sûrî yên li kampa Holê di nava derketin û mayînê de ne

Hin malbatên di kampa Holê de dixwazin ji kampê derkevin, lê beşekî mezin ji ber gelek sedeman naxwazin ji kampê derkevin. Rêveberiya kampê piştrast kir ku xizmetên ji malbatan re tên pêşkêşkirin, dê wek xwe bimînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê vê Cotmehê de biryara derxistina malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, da. Ev biryar di civîna Rêveberiya Xweser a bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Karên Civakî û Desteya Hundirîn re ku di 5’ê Cotmehê de hate lidarxistin, hat dayîn.

Di kampa Holê de ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ji 6 hezar û 706 malbat (24 hezar û 223 kes) pêk tê hene. Hin malbat dixwazin ji kampê derkevin û hin din naxwazin.

Malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampê derkevin ev biryar pêşwaz kir. Di vî warî de koçbera bi navê Seîde Hemîd Casim a ji herêma Diwêr a gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye û ji zêdetirî salekê ji ber şerê li herêmê ji mala xwe koçber bûye ev biryar pêşwaz kir.

Seîde Hemîd Casim wiha got: "Ez dixwazim bi lez vegerim mala xwe."

Di heman demê de jî beşeke mezin ji malbatên sûrî nexwest derkevin. Ew jî ji ber sedemên ewlehî yên girêdayî herêmên wan e.

Koçber Hemad Elî yê ji bajarê Meyadîn ê Dêrazorê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, nexwest ji kampê derkeve.

Elî da zanîn ku ew naxwaze ji kampê derkeve. Mîna wî jî gelek malbatên din hene. Ji ber malên wan hatin wêrankirin, karên wan nema. Ji wê zêdetir jî bi sedema hebûna hêzên hikumetê û komên çekdar ên cihêreng li bajarê wî naxwaze ji kampê derkeve.

Ayde Hesen jî got naxwaze ji kampê derkeve. Ew jî bi sedema rewşa jiyanê ya li derveyî kampê ye. Ji ber 4 zarokên wê hene û hevjînê wê astengdar e.

Ayde Hesen wiha axivî: "Ez naxwazim ji kampê derkevim. Ger ez derketim ez ê bi ku ve biçim?. Tu cihên min tune ne ku pê de biçim. Kes li derve tune ye ku xwedî li me derkeve. Ez dixwazim li kampê bimînim."

Berpirsê kar û barên koçber û malbatên sûrî yên di kampê de Şeiban Abdulhemîd da zanîn ku biryar ji hin re şahî bû û ji hinan re xemgînî bû.

Abdulhemîd eşkere kir ku gelek  hene ku malbat naxwazin derkevin, jê malên wan hatine wêrankirin, rewşa derbarê dijwar e, nekarîna wan a peydakirina pêdiviyên jiyanê, li gel wê jî tirsa wan ji hêzên li herêmên serwer  hene, ji ber ew herêmên ne di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne. Lê kesên dixwazin li kampê bimîn li ewlehî û aramiyê digerin.

Tişta ku piştrast dibe piranî malbat naxwazin ji kampê derkevin û navên malbatên ku dixwazin derketin ên ku li buroyê rêveberiya xweser qeyd kirine, kêm in.

Berpirsê nivîsgeha têkiliyan a kampa Holê Cabir Mistefa eşkere kir ku hejmara malbatên ku ji dema vekirina nivîsgehan de (23’yê Cotmehê) xwe qeyd kiriye tenê 50’î ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya hin komele û rêxistinên herêmî û navnetewî, piranî pêdiviyên jiyanê; xwarin, sotemenî, av ji niştecihên li kampa Holê re peyda dike.

Lê malbatên ku naxwazin ji kampê derkevin, ji biryara wernegirtina alîkariyan metirsîdar in.

Têkildarî vê, hevserokê rêveberiya kampê Îsmaîl Necar axivî û got biryar eşkere û li ser malbatên ku dixwazin derkevin derbasdar e û wiha domand: "Em ti malbatekê neçarî derketinê nakin. Kesên dixwazin bimînin, tişt nayên guhartin û dê rewşa wan weke xwe bimîne û nayê guhartin."

Beriya derxistina vê biryarê malbatên sûrî bi kefaleta şêx û rûspiyan ji kampê derdiketin. Ji sala borî û heta niha ve rêveberiya kamp 27 beş ji şêniyên Dêrazor, Reqa, Tebqa derxistin, hejmara wan jî 4 hezar û 789 bû ji kampê derxistin.

Tê payîn ku hefteya bê beşa yekemîn ji malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampê derkevin, bê derxistin.

Li gorî serjimariya rêveberiya kampa Holê, li kampê 17 hezar û 693 malbat anku 64 hezar û 373 kes ji sûrî, Iraqî û biyanî hene

(fr)

ANHA


Mijarên Din