Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê xwestin ku dewleta Tirk were muhasebekirin

Di ser komkujiya Til Rifetê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk aniye re, salek derbas bû, lê hîna jî dîmenên komkujiyê di bîreweriya koçberên Efrîn, malbatên şehîdan û zarokên ku parçeyên laşên xwe winda kirine de, ye.

2’yê kanûnê salvegera yekemîn a komkujiya Til Rifetê ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujî pêk anî û di encamê de 10 şêniyên koçber ên Efrînê şehîd bûn, di nav de 8 zarokên kêmî 15 salî hebûn, her wiha bi dehan zarok û mezin birîndar bûn, hin ji wan jî parçeyên laşên xwe winda kirin.

Di berêvara duşemê ya 2’yê Kanûna 2019’an de, artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li herêma Ezazê ya dagirkirî ve, bi dehan avêtin navçeya Til Rifetê.

Topbaran li dijî herêmên bi sivîlan dagirtî pêk hat.

ŞEHÎD Û BIRÎNDARÊN KOMKUJIYA TIL RIFETÊ KÎ NE?

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker ali dijî koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê de 10 sivîl şehîd bûn û wiha ne; Hisên Abdullah (1945), Elî Mehmûd Osman (1965), Hemodê Mihemed Elî (12), Mistefa Mihemed Mecîd (11), Mihemed Umer Hemê (8), Arif Mihemed (7), Îmad Ehmed Kêfo (10), Abdulfetah Elîlo (4), Semîr Abdurehman Hiso (13) û Mihemed Abdurehman Hiso (10).

Her wiha gelek sivîl birîndar bûn, navên wan ev ; Enîsa Gilo (21), Abdullah Tewfîq Henan (21), Henîf Mihemed Hemo (10), Dijwar (4), Mihemed Kêfo (11), Xelîl Mihemed (4), Hesen Umer (11), Edhem Heson (7) û Beyrem Hisên Eglo (11).

PIŞTÎ TIL RIFETÊ, KOMKUJIYEKE DIN LI GUNDÊ AQÎBÊ YÊ ŞÊRAWAYÊ PÊK HAT

Dewleta Tirk a dagirker piştî komkujiya Til Rifetê ya li dijî zarokan, gundên tê de sivîl hene rojane topbaran kir û gelek komkujî pêk anî. Jê komkujiya gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawayê  ye ya 25’ê Sibata 2020’an pêk hat û ku di encamê de ji malbateke 3 kes şehîd bûn. Navên wan wiha ne; Hesen Hac Îzet Mihemed, dayik, Fatme Elî û zaroka wan Sirojet Îzet Mihemed, di heman demê de gelek sivîl jî birîndar bûn, di nav de jin hebûn.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye û şênî neçarî koçberiya li kantona Şehba bûne de, koçberan topbaran dike, bi taybet navçeya Til Rifetê û gundên navçeya Şêrawa.

Hejmara koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê zêdetirî 15 hezarî ye, li gel wê jî 7 hezar ji şêniyên Şehbayê lê heye.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ji dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kiriye de, zêdetirî 67 zarok jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 330 birîndar bûn.

Ezîza Îbrahîm a dayika du şehîdên komkujiyê (Semîr Abdurehman Hiso û Mihemed Abdurehman Hiso) li ser komkujiyê axivî û da zanîn ku hê jî di mejiyê wê de ye.

Ezîza Îbrahîm wiha got: "Piştî derbasbûna hefteyekê ji rewşa hewayê ya sar û derketina tava rokê, piştî zarok ji dibistanê vegerîn li taxê ji bo lîstinê li hev kom bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst tax topbaran kir û komkujî pêk anî."

Ezîza Îbrahîm wiha domand: "Saleke derbas bû mîna ku deh sala derbas bûne, wek ku jiyan piştî şehadeta zarokan rawestiye. Lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîn û berxwedana me têk bibe û nehêlibe careke din li warên xwe yên li Efrînê vegerin."

Ezîza Îbrahîm bêdengiya navneteweyî ya metirsîdar a der barê komkujiya Til Rifetê û komkujiyên dîtir de şermezar kir.

Mihemed Elî Silêman, bavê şehîd Hemode Mihemed Elî yê ku mala xwe ya li Til Rifetê hiştiye û berê xwe daye gundê Til Qirahê, da ku hûrgiliyên komkujiyê li wê deverê ji bîr bike.

Silêman wiha bi lêv kir:"Hûrgiliyên komkujiyê ji bîra me naçin, bi hatina salvegera yekemîn re, azarên me hatin nûkirin."

Silêman axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wan zarokan çi guneh kiriye? Çi gunehê me heye ku em bi zorê ji warên xwe koç bibin û komkujî li dijî zarokên me bibin."

Silêman diyar kir ku ka rêxistinên mafên mirovan, ka civaka navneteweyî, çima civaka navneteweyî ditisre dewleta Tirk têkildarî komkujiyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê lêpirsîn bike.

Li aliyekî din jî, Rûken Bîlal dayika Îlyas Heson ê ku di komkujiyê de birîndar bûye û Edhem Heson (7) ê ku lingê wî qut bûye, got: "Salek di ser komkujiya li dijî zarokan re derbas bû , bîrnên me nû dibin. Ew kêlî ji ber çavên me naçin."

Rûken Bîlal piştrast kir ku di encama topbaranên bênavber ên li dijî navçeyê û tirsa ku zarokan ji ber topbaranê dîtiye de, ew ji navçeya Til Rifetê derketiye û berê xwe daye gundê Til Sosîn.

Rûken Bîlal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker pirî caran hewl dide zarokên Efrînê yên koçber arman bike, ew yek jî li beramber bêdengiya navneteweyî, hêzên Rûsya û Sûriyê pêk tê.

Der barê rola rêxistinên navneteweyî ya alîkariya zarokên birîndar de jî, Rûken Bîlal wiha pê de çû: "Rêxistinên mirovî alîkariya zarokên birîndar de paşguh in. Bi wê re jî Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yên heyî, parçeyên laş ên çêkirî ji zarokên ku parçeyên laşê xwe winda kirine re, peyda kirin."

Şaredariya Gel a Til Rifetê bi hevkariya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li cihê komkujiyê çerxerêyek ava kir û navên şehîdên komkujiyê li ser nivîsand, li gel wê jî peykerek ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê çêkir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din