Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê: Em ê berxwedana xwe berdewam bikin

Malbatên şehîdên ku di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne, gotin: “Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîne, dê vîn û berxwedana me neşikîne. Bila dadgeh sûcdarên vê komkujiyê werin darizandin.”

Artêşa Tirk û çeteyên wê di 2’ê Kanûnê de komkujiyek li ser sivîlên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê pêk anîn. Di encamê de 10 sivîl şehîd bûn. Di nava wan de 8 zarok hebûn û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa me hevdîtin bi malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê re hevdîtinek pêk anîn. Zarokê bi navê Mihemed Umer (7) yek ji zarokên ku di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne ye. Mihemed kurê şervanekî YPG`ê Mihemed Umer e, ku beriya 3 salan di şerê rizgarkirina kantona Şehbayê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve şehîd bûye.

Di vê derbarê de birayê şehîd Mihemed Umer Hisên Umer(11) axivî û got: “Ez birayê min û hevalên xwe li kolanê dilîstin û min berê xwe da malê. Lê piştî kêliyekê min dengê teqînekê bihîst yekser min bazda kolanê, lê çi bibînim; birayê min û hevlên xwe li erdê ne.”

Hisên Umer pirs kir, "Gelo çi gunehê birayê min û hevalên min hebûn. Heta ku artêşa Tirk ew kirin amanca xwe? Wan çi ji Tirkan kiribû? Beriya niha bavên me şehîd bû û îro jî birayê me.”

"PIŞTÎ ARTÊŞA TIRK BIRAYÊ MIN Û HEVALÊN WÎ QETIL KIRIN, EZ BI TENÊBÛNÊ DIHISIM"

Hisên Umer bi rûyekî xemgîn got: “Xweska ez neçûbûma malê. Ez gel birayê xwe yê biçûk mabûma, divabû min birayê xwe û hevalên wî paratiba. Ez bi wan re şehîd bûbûma. Piştî artêşa Tirk birayê min û hevalên wî kirin armanc, ez îro bi tenêbûnê dihisim.”

Şêrîn Xelo diya Mihemed Umer axivî û got: “Beriya 3 salan hevserê min anku bavê Mihemed, dema parastina herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ`ê kir şehîd bû, ji ber vê yekê min navê bavê wî rakir û li Kurê xwe kir.”

Şêrîn Xelo bal kişand ser koçberiya  ji Efrînê û bûyera li Til Rifetê bi serê wan hat û wiha got: “Li bajarê Efrînê em bi aramî dijiyan. Lê belê piştî artêşa Tirk û çeteyên wê beriya sal û 8 mehan bi hovîtî êrişî kantonê kirin, em neçar man ji mal û warên xwe derkevin û berê xwe bidin Til Rifetê. Lê em ji şerê dewleta Tirk bê par neman û êdî dest bi topbarana sivîlan kirin. Di encamê de zarokê min Mihemed şehîd bû.”

‘BERXWEDANA ME BERDEWAM E’

Hemûdê Mihemed (11) salî  ew jî di encama komkujiya Til Rifetê şehîd bû. Heman demê de birayê wî şervanê YPG`ê Zinar Efrîn Elî ku di 20’ê Kanûna 2016`an li gundê Werdiyê yê kantona Şehbayê şehîd bûbû. Malbata Hemûd Mihemed Elî ji gundê Qeyntera yê navçeya Mabata ya herêma Efrînê ye û dema artêşa Tirk û çeteyên êrişî Efrînê kirin, koçî navçeya Til Rifetê bûn. Dayîka Hemûdê Remziye Elî got: “Dewleta Tirk hewl dide ku îradeya me bişkîne. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin û tevî herî tiştî em ê li Til Rifetê bimînin. Heta ku Efrîn rizgar bibe û em li malên xwe vegerin.”

Remziya Elî bang li civaka navdewletî û rêxistinên parastina mafên mirovan û zarokan kir û got: “Divê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyan werin rawestandin. Hesab ji wan bixwazin.”

Bavê her du şehîdan Hemûdê û Ziran Mihemed Elî Silêman got: “Dewleta Tirk îdaî dike ku li dijî terorê şer dike. Gelo ew zarok terorîst in? Gelo ew zarokên ku ji xwe re li kolanê dilîstin terorîst in?

Mihemed Elî Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kanîn rêxistinên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan? Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku hesab ji kesên sûcdar bixwazin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din