Malbatên şehîdan sûcên dewleta Tirk ên li dijî goristanên şehîdan şermezar kirin

Meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Reqa û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên hilweşandina goristanên şehîdan li herêmên dagirkirî û li Tirkiyê, şermezar kirin.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rojane sûcên dermirovî pêk tên û goristanên şehîdan hildiweşînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek goristanên şehîdan li herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî piştî ku dagir kirin û li hundirê Tirkiyê, hilweşandin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji aliyê endama meclisê Hîba Abdullah ve hat xwendin. Meclisê di daxuyaniya xwe de sûcên li dijî goristanên şehîdan şermezar kirin û got dewleta Tirk sûcên dermirovî li dijî gelan, bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û ev yek şaneyek reş li ser eniya mirovahiyê ye.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji aliyê hevseroka meclisê Fatma El-Hemûd ve hat xwendin û tê de hat destnîşankirin ku civaka navneteweyî têkildarî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne bê deng e, wê dike hevkara sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne.

Her wiha daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji aliyê cîgira hevserokatiya meclisê Kefa El-Elî ve hat xwendin û tê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji sûcên ku pêk tîne dê tu tiştî ji bilî binketinê nebîne, gelê ku piştî 4 sedsalan li dijî Osmaniyan bi ser ket, dikare parastina rûmeta welatê xwe bike.

Di her sê daxuyaniyan de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî goristanên şehîdan bisekinînin û got rejîma Tirkiyê û serokê wê Erdogan berpirsa hemû sûcên ku li dijî gelên herêmê û Rojhilata Navîn pêk tên.

(bx)

ANHA


Mijarên Din