Malbatên şehîdan salvegera Pêngava 15'ê pîroz kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê got: "15'ê Tebaxê roja vejîna azadî, rûmet û bidawîbûna zilm û zordestiyê ye."

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê (kantonên Efrîn û Şehbayê) têkildarî salvegera 36'an a Pêngava 15’ê Tebaxê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên ku faşîzma dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk anîne û hate gotin: "Piştî zilm û zordestiyê, di 15'ê Tebaxê de şoreşek bi pêşengtiya fermandar Egîd dest pê kir. Ev roj, roja vejîna azadî ye, roja şoreşa mezin a li dijî dewleta faşîst e, roja dîrokî ya li hemberî qetilkirin, koletî û çewisandina nasnameyê ye."

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniyê de got: "Em ji gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê re dibêjin, roj bi roj em nêzî azadiyê dibin. Em bi hev re tê dikoşin. Da ku xwe li derdora azadî û rêberê xwe bikin xelek. Em ê dagirkeriya têk bibin û Kurdistaneke azad û demorkatîk ava bikin."

ANHA


Mijarên Din