Malbatên şehîdan êrişên li ser gorên şehîdan şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gorên şehîdan şermezar kir.

Bi dehan şêniyên Şehba û Efrînê yên li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya Şehbayê kom bûn, êriş û binpêkirinên li ser goristanên şehîdan şermezar kirin.

Di kombûnê de, bi zimanên Kurdî û Erebî daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk mîna qirkirina Ermeniyan û Geliya Zîlan bi sedan komkujî li dijî gelê Kurd, Ereb û Ermen pêk aniye. 

Her wiha bal hate kişandin ser êrişên li ser gorên şehîdan û hate diyarkirin ku Erdogan, di rojên pîroz de gorên şehîdan ên li navçeya Licê ya Amedê rûxandin, ku li cem gelê Kurd cihekî pîroz e. 

Malbatên şehîdan bang li civaka navdewletî kir ku qanûnên navdewletî pêk bînin û Erdogan ji ber sûcên ku pêk anîne, muhasebe bikin.

 Daxuyanî bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şeremzarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din