Malbatên şehîdan êrişên li ser gorên şehîdan şermezar kirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Rifat êrişên leşkerên artêşa Tirk a dagirekr ên li ser gorên şehîdan şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên Tirkiyê rawestînin.

Artêşa Tirk a dagirker li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê gorên şehîdan rûxandin(xirab kirin). Şênî û malbatên şehîdan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî vê kiryarê dan.

Malbatên şehîdan ên li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gorên şehîdan şermezar kirin û bang kirin ku dev ji van binpêkirinên xwe li dijî gorên zarokên wan ên şehîd berde.

Cemal Hesanî ji pêkhateya Ereb ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye, êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û got: "Ez kiryarên sûcdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya xirabkirina gorên şehîdan di dema ku cîhan bi Koronavîrusê mijul bûye şermezar dikim."

Hesanî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker nikare vîna malbatên şehîdan û têkoşîna wan têk bibe û got: "Ji ber ku em xwedî heq in û ew jî dagirker e."

Ji aliyê xwe ve Elîfa Dado dayîka şehîd Amara, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gorên şehîdan ên kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got: "Em binpêkirinên Erdoganê faşîst şermezar dikin. Em Kurd xwedî heq in lewra divê tevahiya dewletên ku mirovahiya îdia dikin, sînorekî ji arêtşa Tirk a dagirker a ku tevahiya qanûnên navdewletî binpê dike, deynin."

Her wiha şêniyê bi navê Elî Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li dijî gorên şehîdan red kirin û diyar kir ku ew dê têkoşîn û berxwedan xwe li dijî wan binpêkirin  berdewam bikin û xeta şehîdan bişopînin.

Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê rawestînin sûcdaran muhesebe bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din