Malbatên şehîdan ên Şengalê: Bersiva herî baş a Fermanê xurtkirina Şengala xweser e

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi boneya 6’emîn salvegera fermanê daxuyaniyek da û got: "Bersiva herî baş a fermanê bihêzkirina Şengala xweser e."

Bi boneya 6’emîn salvegera Fermana 74’an ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê li hemberî civaka êzidî pêk hat, Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hovîtiya li ber çavê mirovahî û cîhanê bi serê êzidiyan de anîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê keraseta mezin, hate şermezarkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Ji aliye DAIŞ’ê ve di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî civaka me ya êzidî komkujiek dermirovahî pêk hat. Di salvegera 6’an a fermana li ser Şengalê de, em hemû qurbaniyên vê komkujiyê, her wiha cangoriyên ku canê xwe feda kirin û rê li ber komkujiyeke mezintir girtin, bi bîr tinîn û bejna xwe li hember wan ditewînin.

Di vê fermanê de, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jinên êzidî di bazêrên koleyan de hatin firotin û hîna aqûbeta gelek êzidiyên me ne diyar e. Li dijî civaka me ya êzidiyan ji dema Osmaniyan heya niha gelek caran qirkirin û ferman pêk hatin. Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê hovitiya DAIŞ ve xwestin careke din vê civakê qir bikin, belav bikin û hewl dan ku êzidiyan ji rûpelên dîrokê derînin.

Dîroka êzidiyan ku di heman demê de hebûna berxwedana çandî ya rûmetê ye, wek dîroka fermanê jî di nav rûpelên demê de cihê xwe girt. Hemû fermanên ku li dijî êzidiyan pêk hatibe, ji aliyekî ve xwestin tune bikin, qir bikin, ji aliyê din ve jî bi teslîmgirtina vî gelî û bi îxaneta li hember gelê xwe, xwestin şêwazeke mirinê ya demdirêj li vê civakê ferz bikin.

Di encama êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an de hêzên PDK’ê ku wê demê ji parastina êzidiyan berpirsyar bûn, bêyî ku gelê me biparêzin, pişta xwe dan civaka me û Şengal terikandin. Vê xiyanetê hişt ku bi hezaran gelê me di vê êrişê de bên kuştin, talan û komkujiyan bibînin. Bi hezaran hatin qetilkirin, dest danîn ser jinan û wek xanîmet ji xwe re birin û di bazaran de firotin. Bi hezaran êzidî neçarî koçberiyê bûn. Bi sedan êzidî hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Ev ferman wek komkujiyekw herî mezin derbasî rûpelên dîrokê bû. Li dijî  civaka me ya êzidî bi komkujî û fermanan dixwazin bi darê zorê ji çand, ol û baweriya xwe dûr bixin û bi polîtîkaya koçberkirinê jî dixwazin vê çandê tune bikin.

Di hemû demên dîrokê de ji aliyê gelek hêzên desthilatdar û împaratoran ve ji ber bawerî û çanda xwe civaka me 74 caran rastî fermanan hatiye. Lê rûxmî vê yekê bêyî ku ji pîvanên xwe tawîzan bide, çand û hebûna xwe heya roja me ya îro domandiye. Dema ku sala 2014’an meha Pûşperê ji aliyê DAIŞ’ê ve Mûsil hat dorpêçkirin û hat valakirin, piştre di 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe dane Şengalê û derbasî êrişeke mezin bûn. Di ser vê qirkirinê re 6 sal derbas bûne, lê aqûbeta bi hezeran êzidiyan ne diyar e û bi sedan jinên êzidî û zarok di destê DAIŞ’ê de ne. Di vê êrişê de hêzên YPG’ê bi hawara civaka me de hatin û korîdora mirovî vekirin. Di vê korîdorê de jiyana bi hezaran êzidiyan hat xilaskirin. Her wiha bi destwerdana hêzên HPG’ê û YJA STAR’ê jî gelê me ji qirkirineke bêhempa hate rizgarkirin û bi sedan şehîd hatin dayîn.

Civaka me ya êzidî ji ber gelek caran rastî qirkirin û êrişan tên, berê xwe didin çiyayan û di çiyayan de bergiriya xwe dikin. Ji bo parastina hebûn û rûmeta xwe çiya ji bo civaka me cihê herî ewle yê parastinê ye. Lewma bi hezaran êzidiyan di van êrişan de berê xwe da çiya û li wê derê parastina xwe kirin.

Bêguman piştî ku Şengal ji dest DAIŞ’ê hat rizgarkirin, pêlên ji nû ve avabûnê dest pê kir. Bi fikr û ramanên rêber Apo ev civak ji nû ve hat honandin.  Ji bo civaka me xwe bi rêxistin bike li her cihekî xebatê dest pê kir. Ev şeş sal e birînên civaka me tên pêçan û ji zilma DAIŞ’ê tol tê girtin.

Di vê fermanê de çawa ku bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û hovîtiyeke mezin pêk hat, di heman demê de şervanên azadiyê û zarokên civaka me ya êzidî bergiriya gelê xwe kir û bê tirs, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin de çûn. Lewma rihekî berxwedanê ku mohra xwe li dîrokê bixe, derket holê. Li ser vî esasî di parastina Şingalê de hemû şervanên ku canê xwe feda kirin û bûn sembola azadiyê bi bîr tînin û em soza şopandina rêya wan didin.”


Mijarên Din