Malbatên şehîdan: Mîna zarokên xwe em ê axa xwe biparêzin

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî nerazîbûna xwe ji mudaxeleya Tirkiyê di kar û barên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rave kir û tekez kir ku ew ê mîna zarokên xwe li ber xwe bidin, vê axê biparêzin û azadiyê ji gelê re pêk bînin.

Malbatên şehîdan nêrînên xwe der barê tevgera artêşa Tirk a dagirker a li ser sînor û gefên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA‘yê re anîn ziman.

Ajansa me ji bo naskirina nêrînên şêniyan girêdayî komkirina Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor û tehdîtkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîna şêniyên kantona Girê Spî girtin.

Şêniya bi navê Necah Xelîl dibêje ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker derbasî axa wan bin a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan.

Necah tekez kir ku ew ê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û nahêlin Tirkiyê derbasî herêmê bibe.

Şêniyê bi navê Îsa Mistefa El-Eqle got: "Piştî serkeftinên QSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên ku bi saya xwîna şehîdan hatine pêkanîn û hevgirtina gelê herêmê, Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û bi hinceta parastina herêmê hêzên xwe li ser sînorên Girê Spî kom dike."

Di dawiyê de Mistefa got: "Çawa me şerê DAIŞ`ê kir û tune kir, em ê şerê her êrîşkarekî ku hewl dide êrîşî axa me bike, bikin."

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Şemse Qadir dayika şehîd Hemze Kobanê got: "Bi salan me gelek ji Tirkiyê tehemul kir. Êdî bes e. Ji vê zêdetir em ji ber mafê xwe bê deng namînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din