Malbatên şehîdan li Lubnanê Roja Şehîdan bi bîr anî

Malbatên şehîdan li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi civînekê ku bi dehan malbatên şehîdan tê de amade bûn, Roja Şehîdan bi bîr anî.

Bi boneya Roja Şehîdan ku dikeve 18`ê Gulanê, li herêma Biric Hemûd a paytexta Lubnan Beyrûtê civînek hat lidarxistin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed di civînê de li ser girîngiya rol û fedakariyên şehîdan di salên dawîn de axivî. Ebdulselam Ehmed wiha got: "Tevgera me tevgera şehîdan e. Ne ji şehîdan bûya, em îro nedigihîştin vê astê."

Ebdulselam Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pir kesan digot dê şoreşa Rojava têk biçe, lê belê bi saya fedakariyên şehîdan û fikrên rêber Abdullah Ocalan şoreşa me li cîhanê deng veda. Em di dîrokê de tên naskirin ku me di hundirê şoreşê de şoreşek li dar xist."

Nûnera Kongreya Star li Lubnanê Netawî Xemgîn behsa girîngiya vê rojê di dîroka gelê Kurd de kir. Netawî wiha got: "Divê gelê me bizane ku em ê erdên xwe yên dagirkirî ji Efrînê heta Serêkaniyê, rizgar bikin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Em li vir in û em ê têkoşîna ji bo doza xwe berdewam bikin û bi ser bikevin."

Hêjayî gotinê ye ku ji ber tedbîrên taybet ku ji bo rewşa Koronavîrusê hatine girtin, pîrozbahiyên boneyên girîng hatin kêmkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din