Malbatên şehîdan: Li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo divê kurdistanî seferber bibin

Di 26’ê Hezîranê de hate eşkerekirin ku qedexeya hevdîtinê ya li Îmralî heta 3 mehên din hatiye dirêjkirin. Li dijberî vê malbatên şehîdan bertek nîşan da û bang li kurdistaniyan kir ku dakevin qadan.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê belavkirî, bi hinceta cezayekî nû yê disîplînê qedexeya hevdîtinê li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û 3 mehên din qedexeya hevdîtinê dirêj kirine.

Li ser vê mijarê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê bertek nîşan dan û bang li kurdistaniyan kir.

HÊZÊN DESTHILADAR NIKARIN VÎNA ME BIŞIKÎNIN’

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Cûdî, Ubêd Etê, destnîşan kir ku dewleta Tirk û tevahî dewletên hegomon nikarin vîna wan bişikînin û wiha got: “Tu hêzên desthiladar nikarin vîna me bişikînin, zarokên me ji beriya gotina dayê û bavo dibêjin “Apo”. Ev yek tenê îfadeya felsefeya rêber Apo dike.”

Ubêd Etê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo xwedîderketina li ax, dîrok û nasnameya xwe ya ku rêber Apo em pê dane kûrkirin, em her tê dikoşin.”

Etê anî ziman ku divê ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bikevin seferberiyê. Bi erka xwe ya neteweyî rabin û nerazîbûna xwe li hember hiqûqnasan û yên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, nîşan bidin.

‘TÊKILIYA DI NAVBERA ME DE WEKÎ GOŞT Û NEYNOK E’

Dayika şehîd Mazlûm Gulo, Necah Gulo jî helwesta xwe wiha anî ziman: “Têkiliya di navbera me û rêberê me de wekî neynok û goşt e, tu hêz nikare me ji hev qut bikin.”

Necah Gulo bang li tevahî kurdistaniyan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û  hetanî agahiyeke misoger ji rêber Apo bigirin, li ser pêyan bin. Necah Gulo wiha pê de çû: “Em ne tenê agahiyên mîsoger dixwazin, em azadiya rêber Apo ya fîzîkî dixwazin, heyanî kêliyek ji jiyana me mabe, em ê ji bo azadiya rêberê xwe tê bikoşin.”

Di dawiya axaftina xwe de dayika Necah Gulo wiha got: “Bila rêxistinên mafên mirovan şerm bike û bi erka xwe rabin, zagonan binpê nekin. Bila dinya tevahî bibihîze em ji serokatiya xwe qut nabin, em  ê her tim li pey şopa doza rêber Apo tê bikoşin.”

‘ME DI OXIRA FELSEFE Û BÎRDOZIYA RÊBER APO DE KEZEB DAYE’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Basil, Fediye Silêman jî got: “Me di oxira felsefe û bîrdoziya rêber Apo de kezeb daye, hetanî azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk bê, dê xew li me heram be.”

Fediye Silêman di dawiyê de bang li tevahî dayikan kir ku xwedî li rêberê xwe û welatê xwe derkevin û got: “Pêwîst e heyanî em agahî ji rêberê xwe bigirin, her kêlî li ser pêyan bin û bê navber tê bikoşin. Her dayikeke Kurd divê destê xwe dane ser wijdanê xwe û li êşa kezeba xwe xwedî derkeve.”

BANGA LI KURDISTANIYAN

Li aliyekî din endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê û bavê şehîd Can Welat, Mihyedîn Hesen jî tecrîda giran şermezar kir û got: “Ji ber firkir û felsefeya rêber Apo ya ku azadiya tevahî gelên bindest digire nava xwe, dewletên hegomon komplo li ser rêber Apo pêk anî. Lê belê mîrasa rêber Apo pêşkêş kir, gelê Kurd ji nû ve vejand. Em ê azadiya Kurdistanê û azadiya rêber Apo bi dest bixin.”

Hesen bang li kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li kêleka berxwedana şervan û gelên herêmê seferberiya xwe ragihînin û li pêşiya seferatxaneyên dewletan bisekinin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin û xwedî li hebûna xwe derkevin.

ANHA


Mijarên Din